Trump: Rawestandina êrişên li ser Îranê bi mercê atomî ve girêdayî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, welatê wî dikare di vê qonaxê de dawî li operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê bîne, lê ev yek bi wê mercê ve girêdayî ye ku gerantî bê dayîn Tehran destê xwe nade çekên atomî.

Donald Trump di daxuyaniyeke rojnamevanî de destnîşan kir ku êrişên Amerîkayê derbeyeke giran li serkirdayetiya leşkerî û sîstemên parastinê yên Îranê xistiye.

Trump bal kişand ser ziyanên giran ên Tehranê û diyar kir û got: "Rêber û fermandarên asta yekem û duyem, her wiha nîvê serkirdeyên asta sêyem hatine kuştin. Kuştina van hemû berpirsan bûye sedem ku diyarnekirina aliyekî mixatab ji bo danûstandinê zehmet bibe."

Serokê Amerîkayê herwiha aşkere kir ku wan serkirdeyên Îranî yên sax mane, xwestine êriş werin rawestandin, lê di heman demê de xwestine misoger bibe ku çarenivîsa wan jî mîna ya berpirsên hatine kuştin nebe.

Derbarê encamên êrişên leşkerî de, Trump tekez kir ku hêzên Amerîkayê radar û sîstemên parastina asmanî yên Îranê bi temamî têk birine û şiyama berevaniyê ya wî welatî lawaz kirine.

Donald Trump careke din tekez kir ku Amerîka bi tu awayî rê nade Îran bibe xwedî çekên atomî. Herwiha got: "Amerîka di vê demê de dikare operasyonan bide sekinandin, tenê heger ev merc bê bicihanîn."

Tevî van daxuyaniyan jî, Trump zelal nekir ku Washington dê bi kîjan mekanîzmayê piştrast bibe ku Tehran dest ji bernameya xwe ya nukleerî berdide.

Lê belê axaftinên wî nîşan didin ku girêdana rasterast a di navbera êrişên leşkerî û dosyeya atomî ya Îranê de didome û eger daxwazên Washingtonê bên bicîanîn, deriyê rawestandina şer hîn jî vekirî ye.