Serwerî û Dewletbûn divê stratejiya me ya neteweyî be
Gelo ji me Kurdan re stratejiyekî pêwist e? Em dikarin bahsa pêdiviya stratejiyeke netewî bikin?
Her mirovekî û her civakekî dive rêbazekî xwe hebe.
Jiyan bê rêbaz, bê qîblename (pusule, compass), bê armanc nabe.
Siyaset, diyarkirina cureyê rêvebiriya jiyanê ye. Tewr û cure û şêweyên rêvebiriyê, meşandina kar û barên dewletê hemî deqên mijarên siyasetê ne.
Stratejî, bi yewnanî stratigikí ji bêjeyên stratos artêş û ago rêvebirî pêktê. Wateya vê bêjeyê ew e ji bo gîhaştina armanca sereke pêkanîna hevbendiya hemî hêzan û pevgirêdana hemî derfetan e ji bo destanîna vê armancê bi rêvebiriyeke serkevtî.
Çi ji bo mirovekî, çi jî ji bo xelkekî jiyana bê armanc, ne tu jiyan e.
Kurdan vê yekê di kilam û çîrokên xwe de bi gotina pergal vegotine. Jiyana bi pergal û jiyana bê pergal, yanî bê ser û berî. Em dikarin bêjîn ev gotina yewnanî ku îro di zanista siyasî de di hemî zimanan de cîh girtiye, mijareke gelekî girîng e.
Stratejî, çarçoveya rê û rêbazên cîbecîh kirina armancên civakê, netewê û dewletê ye. Ji bo her kar û xizmetên diyarkirî jî stratejî bo wan deqan tê destnîşan kirin, wekî stratejiya civakî, ya leşkerî, ya çandî û yên din. Stratejiya netewî, ji bo jiyana civakê van hemî deqan hevdu ve girêdide û ji bo rêvebiriyê rêbazek diyar dike.
Dibe ku ev pirs xwendevanan hinekî aciz jî bike, lê ezê bipirsim, jiber ku armanca vê nivîsê ev pirs e.
Gelo ji me Kurdan re stratejiyekî pêwist e?
Em dikarin bahsa pêdiviya stratejiyeke netewî bikin?
Me stratejiyeke netewî heye, gelo em dikarin stratejiyeke netewî binivîsin û hemî bi vê stratejiyê palbend bin?
Ev çi kambaxî ye ku hinek ji Kurdan li dûye dewletbûnê ne, hinek ji me jî em vê armancê têkdidin, axa em li ser serwerbûn, li ser tepsiyeke zêrînî teslîmê dijminan dikin, dixin destê wan?
Ev çi ye bi serê me hatiye?
Hinek ji me li her derfetî digerin, yekrêziyê pêkbînin û armanca sereke destkevtiyên me biparêzin, li ser axa xwe serwer bin û bi kêmasî bikarin xwe bi xwe rêvebibin, hinekî din hewl didin vê yekê têk bidin!
Li başurê welatê me rewş ev e, li rojavayê welatê me heman kahr û qîr û dilêşî… Gelo ev qedera me Kurdan e?
Em dikarin vê kambaxiyê, vê dilêşiyê rojê sed caran bi gotina xayîn û xiyanetê gunehbar bikin. Rast e dilê me hinekî hênik dibe, lê pirs û alozî dimînin şûna xwe de.
Em Kurd hewce ye berê her tiştî destê xwe bidin wijdana xwe her yek ji xwe bipirsin û wisa jî bi pêsîra hevdu bigrin, ji hevdu bipirsin û bi hevra li çareyan bigerin. Çareseriyên ku sudwar bin, me ji vê kambaxiyê rizgar bikin.
Medya me, zana û alimên me, rêvebir û pêşewayên me hewce ye vê pirsê zêdetir biaxivin, gengeşe bikin, hewl bidin civaka me serwext bikin.
Nabe Kurd wisa bê pergal bin, bê stratejî, bê qîblename bin!
Ji me re stratejiya netewî (stratejiyên netewî) gerek e.
Rast e rewşa milet û welatê me ya parvekirî û dagîrkirî ji aliyê çar dewletan û sê neteweyên serdest ve, astengiyên dijwar derdixe pêş me ku em bikarin ji bo çar perçan û hemî Kurdan STRATEJIYEKE NETEWÎ diyar bikin. Lê du sê deq hene ku dikarin ji bo hemî Kurdan û her deverekî wekî armancên sereke werin diyarkirin û her Kurd û Kurdistanî pê palbend bin.
Em qirnên berê demê imparatorî û mîrekan bidin aliyekî qala van sed salên dawî, demê dewletên netewî bikin. Hema em ji Plan û Peymana Sykes-Picot (1916) û çar sal piştre Peymana Sewrê (1920) û tofana herî mezin Peymana Lozanê (1923) dest pê bikin.
Kêmtirîn ev sed sal in li dijî miletê Kurd “pergalekî dijî Kurdan û Kurdistanê” (gotin ya Dr. İsmail Beşikçi ye.) pêkhatiye.
Armanca vê pergalê (sistemê) tunekirina Kurdan, Kurdî û Kurdistanê ye. Dem dem hin guherîn çêbûye lê ev pergal heta îro jî ma ye. Ew li tunekirina me geriyan e, me jî xwe parastî ye.
Eger ev tespît/fakt rast e, wê demê ji bo me Kurdan STRATEJİYA NETEWÎ parastina hebûn û xwebûna me bi xwe ye.
Sê armancên sereke yê STRATEJİYA NETEWÎ hene bo berxwedan û têkoşîna me ya rewa:
KURDBÛN (nasname) – KURDÎHEZÎ (zimanparêzî) – KURDİSTAN (parastina axê, war û welat).
Ev her sê armanc ji bo her Kurdek divê qîble be, qîplename be.
Armanceka sereke din a dijminên me û bi vê armancê ve girêdayî karê vê “pergala dij-Kurdistan” pêşîlêgirtina serwerî û dewletbûna Kurdan û Kurdistanê bûye, nuha jî heman armanc berdewam e û hêrîşên wan planên wan hemî ji bo vê ye. Ev her çar dewlet û rêvebiriyên wan dewletbûna Kurdan, damezirandina dewleta Kurdistanê wekî tunekirina xwe dihesibînin. Wisa tevdigerin “şûna ew perçe bibin, divê Kurd bimînin heya heya kole û bindest”!
Ne pêwist e em zêde bahsa van hêrîşan bikin, ev zilm li pêş çavan diqewime. Eger Kurdekî vê nabîne, ya nezan e, ya xwefiroş e û jê re Kurdbûn û Kurdistan gotinên virt û vala, hîç û pûç in.
Ji vê fakta duyemîn armanca sereke duyemîn ya STRATEJİYA NETEWÎ diyar dibe, ev jî
Lİ SER AXÊ SERWERÎ û DEWLETBÛN e.
Ji bo parastina hebûn û xwebûna xelkekî, divê bi kêmasî rêvebiriyeke bi pergal, bi zimanê xwe xwe bi xwe rêvebirî be, dewletbûn be. Li başurê û rojavayê welatê me STRATEJİYA NETEWÎ ev e. Kurd divê piştevaniya xwerêvebiriyê û dewletbûnê bikin.
Ji ber vê yekê DEWLETBÛNA KURDISTANê ji bo dagîrkeran wekî “paçê sor” ê matadorên spaniyan e.
Evên girîngiya DEWLETBÛNÊ tê negîhiştine,bila ji pergala dij-Kurdistan hîn bibin!
11.08.2020