Pêşewa Qazî Mihemed dê ji bo Hîlalî Şîa çi wesiyetê li me bikira?
Îro 74. Salvegera bîranîna sêdare kirina pêşewa Qazî Mihemed, Seyfî û Sadrî Qazî ye.
Heman demî wekî roja cangoriyên doza Kurd û Kurdistanê jî tê bibîranîn.
Bi vê egerê cangoriyên me bi rêzdarî bibîrtînim.
Miletê Kurd ji bo parastina hebûn û xwebûna xwe, destkeftiyên xwe yên îroyên deyndarê cangoriyên berxwedan û şorişên doza Kurd û Kurdistanê ye. Wan canê xwe dan, miletê Kurd ma li ser piyan. Dijminên Kurd û Kurdistanê negihiyan amancên xwe. Em deyndarên wan in, em minetdarê wan in. Miletên cangoriyên doza xwe ji bîr bikin, ji rahên xwe dibirin, xwe bê asil û bê kok dikin. Girîng e, em qedrê cangoriyên xwe bigrin û nifşên nû jî bi van hest û zanînê mezin bibin û werin perwerde kirin.
Pêşewa Qazî Mihemed, Seyfî û Sadrî Qazî sê cangoriyên me yên dewleta yekemîn li serdemê nû, di qirnê 20. de. Ew dewleta me di 11 mehiya xwe de bû qurbaniya siyaset û stratejiyên navdewletî.
Îro me ji aliyê „jura“ ve rêvebiriyeke herêmî li başurê Kurdistanê li „Iraqa federal“ heye. Ev dewleta me „de facto“ dewleteke nîv serbixwe ye, ji ber ku Iraq çarçoveya desturî pergala (sistema) federealiyê cîbecîh nake. Dunya demokrat jî vê rastyê dibîne û wisa bi dewleta me ya jura û de facto re didin û distînin. Doh (30.3.2021) Serokê vê dewleta me rêzdar Nêçîrvan Barzanî ji aliyê dewleteka wekî Fransa ve bi protokolekî asta dewletekî de serbixwe de hat pêşwazî kirin.
Dunya qedrê me dizane. Li goreyê cîhê em lê û li goreyê xwedî lê derketina me bo nirx û hêjayiyên gerdunî medenî wê giraniyê didine me. Ew dibînin ku îroroj li Rojhilata naverast Kurdistan bûye hêlîna hevdemiyê, cîh û warê demokrasiyê, pir dengî û pir rengiyê. Em Kurd hewce ye, bi xwe jî bi giraniya xwe bi rola xwe bihesin û bizanin.
Em Kurd bûne heval û hevkarên hêzên demokrat û hevdemî li Rojhilata navîn.
Li vê deverê hinek êl û milet, qaşo bi durişm û fort û zirtên parastina ol û çanda xwe pêşewayekî olekî (Papa) ku pêgirê wê herî zêde ye li rûyê dunyayê bi şûrên tûj û bi awirên taal û tirş „xêr hatinê“ lê dikin.
Berevajî van wêneyên ne medenî, miletê Kurd û pêkhatiyên em hevra li Kurdistanê dijîn, em bi şiqilên defne û zeytûnan, bi nîşanên aşîtiyê pêşwazî li Papa û li hemî mêvanan dikin.
Eger werin welatê me emê ji bo yekî wekî Alî Sistanî jî vê yekê bikin. Eger bi niyet û niyaza xêrê û aşîtiyê werê, emê heman mirovahiya xwe beramberê Ayetullahekî Şîiyên Farisan, Şêxekî Wahabiyan, Hahamekî Museviyan, pêşengekî Tîbetiyan û Şamanan jî nîşan bidin.
Ev destûrekî mirovayetiyê û medeniyetê ye em bi cîh tînin. Em ne paçik reş in, ne hilgirê „Zulfiqar“in, ne koleyê hîç cureyekî tundî û tujiyê û terorê ne. Em mirov in û hevdemî ne; nirx û hêjayiyên bo xweş kirina jiyana mirovan rê û rêbaza me ye.
Di çaxê 21. de ev rê li ber me vebûye. Serê her tiştî dive em Kurd bi vê yekê bihesin û li goreyê vî erkî û vî role tevbigerin.
Li başurê Kurdistanê dewleta me ya “jura” û de facto biparêzin.
Li rojavayê Kurdistanê destkeftiyên me yên ser erdê biparêzin û xwe bigihînin statûyeke destûrî navdewletî.
Ji bo vê yekê hewce ye heval û hevkarên xwe rast hilbijêrin.
Hevaletiya hêz û dewletên paşmayî, nîjadperest, terorîst û her wisa bi oldarî û kultura kevneşopî ve girêdayî, hevpeymaniya bi van dewlet û hêzan re malxerabî û têkdayina doza Kurd û Kurdistanê ye.
Dirêj nakim û dixwazim bi çend gotinê rût û tazî rewşa binivîsim û di çarçoveya wesiyeta pêşewa Qazî Mihemed de bibirsim.
Berê rewşa me Kurdan çi ye, çawa ye, kî ji me hevaltiya kîjan alî dike, hevpeymanê kî ye? Kî ji me xwe spartiye kî, ketiya dawa kî?
Kurt û kurmancî: Piraniya Kurdan, piraniya partî û rêxistinên Kurdan dilxwaz û hevalbendên hêzên pêşverû, democrat û hevdem in, hevpeymanan dunya demokrat in. Hinek ji Kurdan jî ketine dûyê paçik û şaşikên reş, şûrên tûj, yên ku dema fersend bikeve destê wan dê bixwazin serê Kurdan bibirin, hêviyên wan ên siyasî binax bikin, ku Kurd dixwazin li ser axa xwe serwer û rêvebir bin,
Xwediyê şaşik û paçikan stratejiya wan, Hîlalî Şîî ye, “mihverê mukawemet” e.
Di stratejiya Hîlalî Şîi de ji Kurdan re maf û azadî tune, tenê hîle û xapandin e.
Di stratejiya nûjen kirina împaratoriya Osmanî (neo-osmaniyê) de, ku demê li hesabê wan tê, paçik reşan (daişiyan) jî bo amancên xwe bi kar tînin, di vê stratejiyê de jî Kurdan re nan tune, dawiya hevbendiya wan jî zilm e, xesar e.
Kurd dive xwe ji Hîlala Şîi û neo-osmantiyê biparêzin.
Îroroj mixabin parçeyekî ji hêzekî Kurdî (Pkk a Qendîlê û pêgirên wan) ketina nav tora Hîlala Şîi. Îran vê hêzê yek ji hêzên “Mîhwerê mukawemet” dihesibîne û bi wan re dide û distîne. Ev metirsiyeke mezin e li pêşiya tevgera Kurd û Kurdistanî. Hevaltî û hevbendiya bi hêzên Hîlala Şîî re bo Kurdan xwîn e, mirin e, şserê navxweyî yanî xwekujî ye. Kurd divê vê tehlûkeyê bitefînin, bêtesîr bikin. Riyekî din li ber me nine.
Îro eger Pêşewa Qazî Mihemed li jiyanê bûya, me jê bipirsiya, dê wî ji me re bigota:
“* Ji dijminan bawer nekin. Bi taybetî jî dijminên ecem. Ji ber bi çend awa û rêyan Ecem dijminên we ne, dujminê gel û welat û dînê we ne. Dîrokê tesbît kiriye ku her daîm ji Kurdan aciz in. Bi kêmtirîn sûcî we dikujin û ji tu sûcên der heqê Kurdan de destê xwe nagirin.
** Îxanetê li hev nekin. Ne îxaneta siyasî, ne giyanî, ne malî û ne jî ya namûsî. Ji ber îxanetkar li cem Xwedê û mirovan jî sivik û sûçbar e. Îxanet li îxanetkar vedigere.
*** Yekîtî û tebayiya di nava xwe de biparêzin. Karên neqenc li hember hev nekin û temah nebin. Bi taybetî jî di berpirsiyariyê û xizmetê de.“ (Tembîhên Pêşewa ji Wesiyetnameya wî)
Pêşewayê min, em li ser riya te ne, û BANGê li hemî Kurdan û Kurdistaniyan dikin, gotinê te têbigihîn û cîbecîh bikin. Careka din bi rêz û hurmet…