Li dijî dewleta federe ya Herêma Kurdistanê plangeriyeke navdewletî herêmî
Armanc bila Kurd nebin dewlet!
Dijminên gelê Kurd û Kurdistanê gelek in û bi hêz in, ji mirovayetiyê û medeniyetê jî gelekî dûr in. Armanca wan hemiyan ew e: Kurd rojekî xweş nebîne. Li zimanê Tirkî ji bo vê yekê bêjeyekî heye bo rewşa Kurdan. Tê gotin: “Kurd bila diya xwe nebîne“!
Ev gotinan ji çîrokekî gelî der çûye. Dibêjin di dem dewranekî de Tirkekî û Kurdekî bi cezayê sêdarekirinê hatine cezakirin. Roja sêdarekirinê hatiye, xwezî û gotinên wan ên dawî pirsîne. Yê Kurd gotiye: “Ez dixwazim cara dawî diya xwe bibînim“! Gotine baş e. Ji yê Tirk pirsîne, xweziya te ya dawî çi ye? Wî yekser gotiye: “Bila Kurd diya xwe nebîne“!
Tişta di qirna bihûrî de jî çaxê îro de jî tê serê me Kurdan wekî vî çîrokê ye. Em Kurd ji dinya mirovî û medenî re xweziya xwe ya dawî pêşkêş dikin, dibêjin: EM DIXWAZIN SER AXA XWE BIBIN XWEDÎ DAM Û DEZGEH DEWLET !
Ji Tirkan, Farisan û Ereban dipirsin, hûn çi divên? Her sê jî bi hevra dibêjin: BILA KURD NEBIN DEWLET!
Dibêjin û her karekî hovane jî dikin, daku Kurd nebin dewlet.
Carna Daişê berdidin me, carna Haşdî Şaabî berdidin me, carna ew bi xwe raste rast hêrîşên me dikin, carna jî lê kar dikin me berî hevdu bidin!
Tişta diqewime ev e, Kurdino Kurdistanîno!
***
Di van hêrîş û provokasyonên dawî de jî çîrok heman çîrok e.
Serekî marî di "şikefta" Hîlala şîî de ye, serê din di “kozmîk odeyên” Tirkçîtiya neo-osmanî de ye, konên Ereban jî di nav vê leyistikê de ne. Ew bi xwe ji hevdu hez nakin rikevê hevdu ne, lê ku mijar Kurd û Kurdistan be, digihîn hevdu û her aliyekî hewl dide ji rewşê îstîfade bike!
Armanca wan hemiyan ya sereke, pêşî lê girtin û têkbirina pêvejoya dewletbûnê ye.
Ev hêrîşana berdewamiya 17ê Ciriya Pêşîn 2017an Îxaneta Kerkûkê ye.
Wê demê dixwestin Hewlêrê û Deriyên Pêşxabur û Deriyê Îbrahîm Xelîl jî bigrin.
Hêzên Pêşmerge li şerê Pirdê Hewlêrê bi cengawerî parastin û rê li ber wan girtin.
Li şerên devera Zimmarê û Siheylê jî pêşî li artêşa Iraqê, Haşdî Şaabî û milîsên Şîa yên din girtin nehêştin ew ber bi jor ve, ber bi deriyê nabeyna Başur û Rojavayê Kurdistanê Deriyê Pêşhabur/Sêmalka ve û ber bi deriyê nabeyna H. Kurdistanê û Tirkiyê Deriyê Îbrahîm Xelîl / Habur ve hilkişin.
Lê hezar mixabin ji Kerkûkê heta Xaneqînê deverên ku bi navê cîhên madeya 140an tê navkirin ji nû ve hatin dagîr kirin. Plandanêr û serkêşê wan hêrîşan Suleyman Kasim bi xwe bû. Yê ku bi Lahor Şêx Cengî re peyman dana Suleyman Kasim û serkêşên Haşdî Şaabî bi xwe bûn. Plana wan a têkbirina Herêma Kurdistanê wê demê neçû serî, lê deverên 140an ji desthilatiya Kurdan derket.
Devera Şengalê jî bi hêzên ser bi PKKê YBŞê re bi hevra xistin bin kontrola xwe. Ev problem hêj berdewam e. Di bin çavderiya nûnertiya YN (UN) de hukumeta Bexdayê û ya Rêvebiriya Kurdistanê Rêkeftina Şengalê imze kirin. Heşda Şaabî û YBŞê heta nuha jî nahêlin ew rêkeftin werê cîbecîh kirin. Alozî her berdewam in. Li devera Şengalê YBŞ parçeyekî ji Heşdî Şaabî ye, bi milisên Şia re bi hevra kar dikin. Muçeyên (maaşên) xwe jî ji hukumeta Bexdayê distînin. Vê rastiyê nûnerê YBŞê Saîd Hesen di televizyona Nurî El Malîkî “Afaqê” de aşkere got.
Kerkûkê qaşo dê teslimê YNKê beşê Lahor Şêx Cengî bikira. Rast e, ew li Kerkûkê şirîkatiyê bi wan re dikin, lê Bexdayê çi anî û tîne serê Kerkûkê diyar e. Dixwazin gav bi gav serjimara Kurdan li Kerkûkê û dorberê kêmbikin. Kurdan didin revandin û Ereban li wê derê bi cîh dikin. Rewşa Kerkûkê li pêş çavan e. Hingê lê hatiye, zilmê Kurdên dora YNKê jî dikin, ew jî ketine ber zilmê û ji xwe gelekî Kurdan terka Kerkûkê kirin, li Hewlêrê û Suleymaniyê cîh bûne.
Belê heta nuha gelekî zirar û ziyanê dane Kurdan, lê ew plana wan a têkdayina dewletbûnê neçû serî. Nuha jî di wê plana xwe de berdewam in.
Li Şengalê berdewam in!
Li Kerkûkê heta Xaneqînê berdewam in.
Li devera Bahdînan berdewam in.
Hêzên dorberê Herêma Kurdistanê ji çar aliyan ve dixwazin bergê li rêvebiriya Kurdistanê bigrin. Kurdistanê bê îstiqrar bikin, bi şer û aloziyên navxweyî mijûl bikin. Bi van hêrîş û provokasyonan dixwazin Kurdistanê ji hêz û taqetê bixin.
Di van şer û hêrîş û provokasyonan de destê dewletên dorberê Herêma Kurdistanê heye.
Ev şer heman demî şerê statuqoparêziyê ye ji aliyê dewletên dorber ve.
Dewletbûna Kurdistanê guhorîna statukoya siyasî bi xwe re tîne. Ev dewlet û rejîm dixwazin pêşî li vê bigrin.
Mixabin, hezar mixabin PKK jî îro bûye parçeyekî ji vê tefaqa ku nav lê nehatiye kirin, lê li ser erdê wekî planeke dorpêçê berdewam e. PKK jî dixwaze ji xwe re parekî jê hilde! Lê ev xusran e, ev tehlûkeyeke mezin e li ser destkeftiyên Kurdistanê û xelkê Kurd.
PKK hewce ye demildest xwe ji vê eniya dijminane dûr bixe ku Iranî wê jî wekî hêzekî „mihwerê muqawemet“ yê Hîlala Şiî bi nav dikin.
Çareserî ew e, zûtirîn demê, ne bi gotinan bi kirin, serweriya Rêvebiriya Kurdistanê bipejirînin û bi dezgehên Herêma Kurdistanê re lihev bikin, ne ku bi wan re şer bikin.
Evên ji dil û can dibêjin bila xwîna Kurd bi destê Kurd neyê rijandin, ku ev rast e, pêwist e û pîroz e, hewce ye berê xwe bidin PKKê û jê daxwaz bikin ku demildest serwerîya Hukumeta Kurdistanê bipejirîne, hêzên xwe yên çekdar ji deverên azad bikişîne û hincetên destê dijminan pûç derxe.
Armanca dewletên dorber têkbirina destkeftiyên başurê Kurdistanê ye, bêîstîqrar kirina Herêma Kurdistanê ye, pêşî lê girtina dewletbûnê ye.
Ev leyistika herêmî li dijî Kurdistanê hewce ye were xera kirin.
Kurdên welatparêz û dilsoz hemî hewce ye ser vê mijarê rawestin.