Wezareta Derve ya Iraqê: Êrîşa Hewlêrê binpêkirineke eşkere ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Iraqê ragihand, êrişa ku danê sibê îro Yekşemê li Hewlêrê hatiye kirin, binpêkirina eşkere ya serweriya Iraqê ye.

Wezaretê di daxuyaniyekê de ragihand, ew êrîşa mûşekî ya ku malên welatiyan li parêzgeha Hewlêrê kiriye armanc şermezar dikin, ji ber ku ev yek binpêkirina eşkere ya serweriya Iraqê û tirsandina sivîlan e û dibe sedema têkçûna asayîş û aramiya navçe û tevahiya Iraqê di qonaxa pir girîng de.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev êrîş weke armanckirina ewlekariya Iraqê û aramiya gelê wê tê dîtin û pêwîstî bi helwesteke yekgirtî heye ji bo rûbirûbûna wê.

Îro berbanga 13ê Adarê, bajarê Hewlêrê 12 mûşekan hat armanckirin û di encama bombebaranê de ziyanên mirovî nebûn, lê tenê ziyanên madî bûn. Supaya Pasdarên Îranê jî ev êrîş bi fermî girte ser xwe.