41. Festîvala Fîlmên Stenbolê bi beşdariya 5 fîlmên Kurdî dest pê kir
Stenbol (K24) – 41emîn Festîvala Fîlmên Stenbolê ya Navdewletî bi beşdariya hejmareke zêde fîlmên ji welatên cuda hatine kişandin dest pê kir. Di festîvalê de 135 fîlmên metrajdirêj tên nîşandan. 5 fîlmên Kurdî ku ji deverên cuda yên Kurdistanê hatine kişandin bi mebesta baştirîn fîlm werin hilbijartin di festîvalê de cîh digirin.
Festîvala Fîlmên Stenbolê ya Navdewletî ku ev cara 41em e ji hêla Weqfa Huner û Çand a Stenbolê ve tê sazkirin îsal bi bernameyeke têr û tîjê, bi beşdariya 135 fîlman dest pê kir.
Di festîvalê de ku ji 43 welatên cuda fîlm cîh digirin, fîlmên Kurdî yên bi navê Ezmûn a Şevket Emîn Korkî, Beriya Şevê ya Alî Kemal Çinar, Çar Dîwar a Bahman Ghobadî, Sonne ya Kurdwin Ayub û Zalava ya Arsalan Amîrî ve hatine kişandin bi giştî 5 fîlmên Kurdî tên nîşandan.
Senarîst Sînan Yusufoglu fîlmên Kurdî wek fîlmên serkeftî dibîne û hêviya wî heye ku di festîvalê de fîlmên Kurdî dê bên xelatkirin.
Sînemakar Sînan Yusufoglu ji K24ê re got: “Îsal fîlmên gelek xweş di festîvalê de hene. Filmên Kurdî ku balê dikêşînin ser mijarên cuda, berê di gelek festîvalên li welatên cuda de hatine nîşandan û xelat jî wergirtine. Bi ya min li Stenbolê jî dibe ku fîlmên Kurdî bikevin nav baştirîn fîlman.”
Derhênerê Afxanî Tarik Davud jî bi fîlma xwe ya bi navê ‘Beyar’ beşdarî festîvalê dibe.
DerhênerTarik Davud dibêje: “Fîlma min a metrajdirêj di asta pêşbaziya neteweyî de cîh digire. Li Herêma Trakya ya Tirkiyeyê min ev fîlm kişand. Bo min cîhê şanaziyê ye ku di festîvaleke navdewletî de fîlmek min bo pêşbaziyê hatiye hilbijartin.”
Kesên ji sînemayê hez dikin ji bo temaşekirina fîlman tên û piraniya wan gênc in girîngiyeke mezin bi festîvala fîlman didin.
Bîlge Yasemîn Bogur got: “Ez nû hatim Stenbolê û min pir dixwest, ez festîvala fîlmên Stenbolê bibînim. Niha jî gelek dilxweş im çend fîlm li vir dê temaşe bikim. Ji sînema û festîvala fîlman pir hez dikim û ji nêz ve dişopînim.”
Sînem Suslu dibêje: “Min li bernameya festîvalê nihêrî û li gor derhênaran ez biryar didim ka kîjan fîlmê temaşe bikim. Di festîvalê de gelek derhênerên serkeftî hene fîlmên baş kişandine û ez ê hemûyan temaşe bikim.”
Di festîvalê de ku heta 20ê vê mehê dê berdewam bike ji xeynî fîlmên metrajdirêj 22 kurtefîlm jî tên nîşandan. Di dawiya festîvalê de di kategoriyên cuda de fîlmên herî baş dê bên hilbijartin û werin xelatkirin.