Germiyan: Tometbarê êrîşa ser Polîsên Daristanan ên Xaneqînê hate girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Tîmeke hevpar a polîsan û Asayîşa Germiyanê ew tometbar girt, ê ku di dema borî de nêzîkî 30 fîşekan berdan timbêla fermî ya Rêveberê Pişka Polîsên Daristanan ên Xaneqînê kiribû.
Berdevkê Polîsên Germiyanê Eqîd Soran Mihemed Xerîb îro Duşem, 19ê Cotmeha 2026ê, ragihand ku tîmeke hevpar a her du rêveberiyên polîsan û Asayîşa Germiyanê bi fermana dadwer kesek girtiye.
Berdevkê Polîsên Germiyanê ron jî kir ku ev girtin girêdayî bûyereke guleberdanê ye ku di dema borî de rû dabû, dema kesekî gule berdan timbêla hikûmî ya Rêveberê Pişka Polîsên Daristanan ê Xaneqînê û nêzîkî 30 fîşekan bi wê timbêlê ketibûn.
Soran Mihemed Xerîb diyar jî kir ku piştî wê bûyerê, bi fermanê dadwer, Polîsên Germiyanê çûne cihê wê bûyerê û dest bi lêkolînê kiriye, paşê tîmeke hevpar di navbera polîs û Asayîşa Germiyanê de hate pêkanîn bo lêkolîn û peyketina berfireh li ser dosyayê.
Ew tometbar li gorî madeya 430ê ji Qanûna Cezayan a Îraqî di Pişka Nehiştina Tawanan a Germiyanê hatiye girtin û lêkolîn ligel wî berdewam e.