Parêzgarê Sineyê daxwaza damezrandina saziyeke ziman û wêjeya kurdî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Sineyê Arêş Zareten Lehonî ragihand, avakirina saziyeke pispor di warê ziman û wêjeya kurdî de, yek ji daxwazên sereke yên akademîk û çandî yên parêzgehê ye. Lehonî daxwaz kir ku rêkarên fermî yên dayîna destûrê bên temamkirin û biryar bi awayekî fermî bigihêje ber destê rayedarên herêmê.

Li bajarê Sineyê, civîna Encûmena Çanda Giştî bi amadebûna Sekreterê Encûmena Bilind a Şoreşa Çandî ya Îranê Ebdulhusên Xosrewpenah hat lidarxistin.

Parêzgarê Sineyê di daxuyaniyekê de ji ajansa fermî ya Îranê (IRNA) re diyar kir, hewildanên wan ji bo şopandina projeya damezrandina vê saziyê berdewam in. Lehonî herwiha da zanîn ku wî hevdîtin bi endamê Encûmena Diyarkirina Berjewendiyên Pergalê Xulam-Elî Hedad Adil re jî pêk aniye, lê heta niha ji bo vekirina saziyê ti dîrokeke diyarkirî nehatiye destnîşankirin.

Lehonî hêvî xwest ku serdana bê ya Sekreterê Encûmena Bilind a Şoreşa Çandî ji bo parêzgeha Sineyê, bi ragihandina fermî û vekirina vê saziyê re hevdem be.

Parêzgar amaje bi wê kir, tê çaverêkirin ev saziya pêşniyarkirî, bibe alîkar di warê bihêzkirina nasnameya Îranî, peydakirina yekîtî û pêkvejiyanê, piştevaniya hêviya civakî û berfirehkirina beşdariya welatiyan de.

Di beşeke din a axaftina xwe de, Arêş Zareten Lehonî destnîşan kir ku tevî kêmî û kêmasiyên di warê budce û piştgiriya darayî de, parêzgeha Sineyê ji bo lidarxistina çalakiyên çandî û hunerî berdewam e û hejmareke din a bernameyan jî xistiye nav plana xwe ya çandî.