Serokê HAK-PARê Latîf Epozdemîr di bûyereke trafîkê de birîndar bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Bîlecîk a Tirkiyê otomobîlek li Serokê HAK-PARê Latîf Epozdemîr qelibî. Epozdemîr di qezayê de ji milê xwe birîndar bû.
Serokê HAK-PARê Latîf Epozdemîr, ji bo kongreya partiya xwe çûbû bajarê Bîlecîkê.
Epozdemîr, piştî bidawîbûna kongreyê dema li otomobîla xwe siwar dibû, otomobîleke din li wî diqelibe û ew birîndar kir.
Hat ragihandin ku di qezayê de milê Epozdemîr şikest û ew ji bo nexweşxaneyê hat rakirin.
Dermankirina Epozdemîr li nexweşxaneyekê Stenbolê didome.
Tê amajekirin di nava 10 salên dawîn de 8 rêvebirên HAK-PARê di qezayên trafîkê de canê xwe ji dest dane.