Li Seqizê Festîvala Hespên Resen ên Kurdî hat lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo sala çarê li pey hev, zêdetirî 100 hesp û siwarçakan ji Rojhilat û Başûrên Kurdistanê û parêzgehên din ên Îranê berê xwe da Çemê Seqizê daku li ber çavên 2 hezar bîneran şiyanên hespên resen ên Kurdî berçav bikin.
Ev festîval ne tenê ji bo qada bazdanê bû, belku derfetek bû ji bo nirxandina resenatiya hespan û fêrbûna şêwazên zanistî yên perwerdekirina wan. Cadeya nêzî Çemê Seqizê bû qada kombûna binirxtirîn hespên deverê. Korbenda siwarbûna hespan bi tevlîbûna zêdetirî 2 hezar bîner û hezkiriyên werzişa swarbûna hespan hat lidarxistin.
Rahênera swarbûna hespan Şino Husên ji Kurdistan24ê re ragihand: "Bi dilxweşî ve hespê yekê yê vê meydanê hespê şagirdê min bû. Xelkî pêşwaziyeke gelek germ lê kir, ez hêvîdar im di salên pêş de jî ev çalakî berdewam be û xelk zêdetir berê xwe bide warê swarbûna hespan."
Rêveberê Festîvalê Şepol Mecîdpûr jî got: "Ez wisa dibînim ku lidarxistina van festîvalan karekî gelek giring e, daku zêdetir derfet bi hespên resen ên Kurd bête dan. Ger ev festîval berdewam bin, ez piştrast im ku hespên resen ên Kurdî qet winda nabin."
Şêniyê Bokanê Hêmen Ezîzî jî da xuyakirin: "Me kariye bi van festîvalan hespên resen ên Kurdî biparêzin. Em hêvîdar in ku em bikarin bala xelkî bikişînin ser vî warî, daku hespên bikirin û kerta swarbûna hespan pêşve bibin."
Ev korbend ji aliyê Desteya Swarbûna Hespan a Seqizê ve û bi hevahengiya çalakvanên vî warî hat rêxistinkirin, tê de şarezayan nirxandin ji bo resenatî û bedewiya hespên tevlîbûyî kir, ligel vekirina korsên fêrkirinê bo awayê perwerdekirina hespan bi rengekê zanistî.
Hespên resen ên Kurdî wekî yek ji kevintirîn nijadên devera Zagrosê tê naskirin. Ev hesp xwediyên sîngekê fireh, bilindiyeke navîn û simên gelek mukom in ku ji bo çiyagerî û keviran guncayî ye. Kesên tevlîbûyî hêvîdar in ku berdewamiya van festîvalan bibe sedema wê yekê ku ev nijada kêmwêne bi rengekê fermî li ser asta navdewletî bêne tomarkirin û wekî serweteke neteweyî bêne parastin.