Ziman hacetê here giring ê avakirina netewan e

Ziman hacetê here giring ê avakirina netewan e
Ziman hacetê here giring ê avakirina netewan e

Ji sala 1999’an ve, her sal roja 21’ê Sibatê wek “Roja Navnetewî a Tevgera Zimanê Dayîkê “ tê pîroz kirin. Xwendevanên Bengalî, li Bengladeş`ê, ji bo azadîya zimanê xwe xwepêşandan û çalakîyan li dar xistibûn û sedemê vê yekê bi polêzan re pevçûn qewimî bû û her wiha di wan çalakîyan de xwendevanên xwepêşander hatibûn kuştin, jîyana xwe ji dest dabûn.

Sazîya Çand, Zanîyarî û Perwerde a  Netewên Hevgirtî (SÇPZNH) UNESCO,vê rojê bi yada tevgera xwendevanên Bengalî a di rêya azadîya ziman de, îlan kir. Li gor vê meyle roja 21’ê Sibatê wek rojek giring tê pejirandin. 

Mixabin ku di serdema ragehandin û pêwendgerîyê  de, zimanê Kurdî, hê jî qedexe ye. Bi her hal eşkere ye ku, zimanê Kurdî zimanek kevin û qedîm e. Lê ji damezrandina Komara Turkîyê û hetanî îro, hê jî mecala azadîyê bidest nexistîye. Komara Turk bi yasaya bi navê “Tevhîda Tedrîsatê” (Yekkirina Perwerdeyê) zimanê Kurdî ji qada hînkarî û perwerdeyê rakir.

Li Turkîyê, Kurdî heta çend sal berê jî, qedexe bû. Di van çend salan de, axaftin û nivsandin hatibe serbest kirin jî, lê mixabin ku Kurdî di perwerde û hînkarîyê de wek zimanek fermî û wekhev nayê bikaranîn. UNESCO vê yekê wek “jenosîd” dipejirîne.

Qedexebûna zimanan ji bo desthilatan rûreşîyek mezin e.

Bi salan e li Komara Turkîyê, li himber zext û qedexeyên li ser zimanê Kurdî, tekoşîneke mezin tê dayîn. Li berîyên Asya û Efrîqayê, di şertên kolonyalistî de jî, bi sedan ziman henin ku azad mane. Li welatek wekî Gîne/Bîssao  bi sedan ziman henin û hemû jî azad in û di jîyana wan gelên navçe de têne bikaranîn.

Îro li Turkîyê, bi sedema qedexebûyînê, zimanê Kurdî dibin tehdît û xetera windabûyînê de ye. Bêgûman, zimanên ku di hînkarî û perwerdeyê de neyêne bikaranîn, yan di jîyana civakî û karûbarên fermî de ne azad bin, ew bi her hal dibin xetera nemanê de ne, rûberûyê jibîrbûyînê ne. Di serdema me de, li cîhanê nêzîkî 2500 ziman di bin xetera nemanê de ne.

Li Komara Turkîyê jî ya hindik 15 ziman henin, lê xencî zimanê Turkî yek ji wan jî, ne zimanê perwerdeyê ye. Turkîye bi peymana Lozanê ku bikaranîna zimana dest nîşan kiribû, wan xalan nepejirand û bikar neanî. Sedem ew bû ku bi vê yekê wê zimanê Kurdî jî azad bibûya.

Azadîya zimanan mafek ji mafên sereke yê mafê mirovan e. Ziman, hebûna miletan e. Her kesek tenya  bi zimanê xwe digêje kesayetîya xwe. Wexta ku ziman qedexekirî be, raman jî, tê miftekirin û qedexekirin.

Her zimanek, qarekterê miletek dide nişan. Ziman hacetê here giring ê avakirina netewan e. Zimanê miletan, xasyeta miletan e. Bêguman her zimanek Xwedî aidiyetek e.

Dewleta Turk, herçend terefdarê bi dehan peymanên navnetwî  a ku azadî û bikaranîna zimanê dayîk wek “heq û berjewendîyek xwezayî û insanî” qebûl dike, lê makezagona Turkîyê mixabin, yasayên ku bergirî li zimanê Kurdî digirin hê jî, diparêze. Di serdema nû a şaristanîyê de ev yek şermek mezin e. 

Zimanê Kurdî heqe ku digel zimanê Turkî, bibe zimanê fermî û di hemû qad û warên jîyanê de, wek zimanek bi sîyanet û bi rûmet were bikar anîn. 

Divê ku yasayên qedexakar yên ku pêşî li zimanê Kurdî girtine, derhal werin rakirin. 

Ev bang ji bo hemû Kurdan e: Hergîz, zimanê xwe jibîr nekin û di jîyana xwe a civakî de bikar bînin.

Ev bang ji bo hemû  dayîkên Kurd e : Zimanê xwe hînî zarokên xwe bikin. Bi wan re bi Kurdî qise bikin.

Vê bangê li hemû welathizên Kurd dikim ku di rêya azadîya zimanê Kurdî de, di tevgerek hevpar de bixebitin ta ku zimanê Kurdî li Turkîyê bibe zimanê fermî.

Kurdno zimanê me hebûna me ye. Zimanê xwe geştir bikin û ji darê zilmê rizgar bikin. Ziman nîşaneke ji kesayeta netewî a  Miletê Kurd.

Zimanê Kurdî qedr û qîmet û şanazîya gelê Kurd e.

Divê  li komara Turkîyê, nivîsandin û  axaftina zimanê Kurdî, wek yasa di destûra giştî a Komara Turkîyê de were nîşankirin. Bi Kurdî perwerdekarî bibe mecbûrî.

Divê ya hindik ji seretayî û heta dibistanên bilind, zimanê Kurdî bibe zimanê fêrkirin, hînkirin û perwerdeyê.