Helebce ji bîr naçe

Helebce ji bîr naçe
Helebce ji bîr naçe

Li Başûrê Kurdistanê, bajarê Helebce, roja 16 yê sala 1988’an, bi tevkuştineke dirindehî alaya miroyetîyê serberjêr ket.Balafırên rejima faşist a Baasê,bi fermana Saddam Huseynê xwînrêj, bombeyên kimyayîyên jehrîbar bi ser bajarê Helebce ve barana mirinê reşandin.Li encamê de, nêzîkê 7 (heft) hezar Kurdê navçe hatin kuştin, ji  10 (deh) hezaran zêdetir kes birindar bûn û pênc hezar mal û avahî hatin hilweşandin û kawil kirin.Ev tevkûjî bi navê “Qirkirina (jenosîda) Helebce” kete dirokê. Hê jî, li Helebce birîna bedena bi dehan kesî sax nebûye.

Saddam hemû daxwazîyên kurdan bi dirindehî û xwinrêjî bersîv dikir. Saddam ji alîyek ve bi dewleta Îranê re şereke tund û dijwar dikir, di heman hal de jî, Kurdistanê bombebaran dikir.Rejima faşist a Baasê,bi navê ENFALê,seferberîyek birêve dibir ku ew yek tenê  ji kuştina Kurdan berîte bû.

Rejima nîjatperest Iraqê, ji bo gelên Iraqê, welat kiribû gola xwînê. Di seferberîya Enfalêde 182 hezar Kurd hatin kuştin.Heşt  (8)hezar kes ji binemala Barzanîyan  li berîya Besrayê bi saxî hatin binax kirin,bi dehan gund ji nexşeyan xera bûn,pênç  (5) hezar mal hatin xera kirin. Kurdistan bi destê faşistan bû goristaneke mezin.

Sala 1988’an demek bû kû mirovayetî tevizî bû,bêdeng mabû.

Qeleçoya (tevkuştin) Helebce ne tenê ji bo Kurda, her wiha ji bo hemu mirovayetîyê drameke mezin bû.

Rejima nîjatperest û dirinde bi dehan keçên sêwî û bêkesmahîyên Kurd bi belge û ewraqên fermî wek “carîye “ firotibû dewletên Erab, bi taybetî jî dewleta Mısirê. Ev wehşetek bêhempa bû.

Li bîre ku  rejima Kemalist a Turkîyê jî,di  salên 1937-38’an de, bi fermana Mistefa Kemal li Dersîmê  ji bo tedîp kirina Kurdên Dêrsimê,dest bi tevkujîyek mezin kiribû. Balafirên Dewletê navçe bombebaran kiribûn û bi deh hezaran Kurd kuştibûn.Rejima Kemalist aTurk jî,wê demê keçîkên biçûkên bêkesmayî,dabû serbazan û pênasa wan winda kiribû. 

Qedera wan  keçikên ku ji bo wan “Keçikên bindawên Dêrsimê” tê gotin û qedera “ Keçên Enfalê”  yekser wekî hevin. Ev şerma giran hê jî, li ser rûyê dewleta Turk e.

Pirsgireka Kurdan îro jî, li İran û Suriye û Turkîyê, hê jî berdewam e.Zordestî û dijwarî û tundî niha jî, li rojava û rojhilat û bakûrê Kurdistanê didome.Divê were zanîn ku ev rê û şêwazên xwindar ne çarene ji bo çareserkirina pirsa Kurdî. Çareserî bi rêya demokratîk û mirovî, di şertên şahisteyî, wekhevî û dadmendî de ye û lazime pirsgireka Kurdan bi aştîyane were çareserkirin.

Divê , ji iro û pê ve, baş were zanîn ku heta pirsgireka Kurdan bi şêwazek aştîyane çareser nebe, aştî û ewlehî nayê Rojhilata Navîn.

İro li herêma Rojhilata Navîn hêzên Kurd bi mêrxasî û patrewanî li ber xwe didin.Tekoşîna miletê  Kurd ne tenê ji bo parastina Kurdane, lê, ew îro li navçe berxwedanek bijare ji bo parastina mafê mirovan û şerefmendîya mirovayetîyê jî didin.Tekoşerên Kurd bi gernasî,jîyana gelên navçe jî diparêzin.Ew gelên navçe ku di wextê xwe de, desthilatdarên wan bi top û bombeyan Kurda kuştibûn û xwestibûn  ku fermana Kurda ji navçe rakin.

Ev şanazîya gelê Kurde ku gelê Kurd, di rêya parastina mafê mirovan de canê xwe ji dest dide. 

Ev yek dîyardeyek giringe ku Kurd çiqas dilxwaz û bengîyê azadî û demokrasîyê ne.

Xuya ye ku îro, Kurd li Rojhilata Navîn yekemîn zamin û parêzgerê aştî û ewlehîya navçene. 

Sed heyf û mixabin ku Kurd hê jî, ji mafên xwe yên sereke yê mirovayetîyê bêparin.Kurd ji 70 milyonan zêdetirin û li ser erd û axa xwe hê jî, wek bîyanîyan dijîn, bê dewletin û qedera wan di destê rejimên nîjatperest de ye.

Dîyar e ev zilm û zordestî ta ebed nameşe.Çare nîne zordestên navçe,  rojekî her wekî Saddam Huseyn û Kimyasal Elî, wê,werin ber dadigehê û wê hesaba kiryarên xweyên qirêj, yek bi yek bidin.

Çare nîne zordestî wê hilweşe.

BÛYERA HELEBCE MİROVANTÎ TEVİZAND

Komkujîya Helebce,li ser derûnîya mirovên navçe tesîrek gelek mezin peyda kir. Ev haletê xîrabûyî, hê jî,dewam dike.Lewra ye ku Helebce jibîr naçe.

Dubare, dîsa em qal bikin: Hergîz  jibîr nabe ku,rejima zordest û dirinde a Beasî, di gel komkûjî û xwînrêjîyê, di dema Enfalê de, bi dehan keçên sêwî û bêkesmahîyên Kurd, bi belge û ewraqên fermî wek “carîye “ firotibû dewletên Erab, bi taybetî jî dewleta Mısirê. Ev yek tenê bi serê xwe jî, rûreşîyek  bêhempa ye.

Li Başûrê Kurdistanê, di dema ENFAL’ê de,ala mirovatîyê, li bin pê bû, û wujdan bêdeng mabû.

Mirovatî, bi kuştîyên  Helebce re hatibû kuştin.

Ev bûyera ku xwîn li bedena mirovan tevizandibû, ne qabile ku were jibîr kirin. 

Derdê Helebçê wek derdek bêderman derbasî diroka mirovatîyê bû.

Enfal û  Halepçe  rûpelek reşîn di dîrokê de û tû carî nayên jibîr kirin.