15’ê Gulanê Roja “Cejna Zimanê Kurdî” nîn e

15’ê Gulanê Roja “Cejna Zimanê Kurdî” nîn e
15’ê Gulanê Roja “Cejna Zimanê Kurdî” nîn e

15’ê gulanê roja yekem car derxistina kovarek Kurdî a bi tîpên latînî ye. Ev roj ne roja “Cejna Zimanê Kurdî” ye. Eger em wiha şirove bikin lazime em Kurdî a bi tîpên Kiril û Ereb ( Sanskirit) inkar bikin. Rojhilatê Kurdistanê û Başurê Kurdistanê hê jî Kurdîya Latînî bikar naynin. Kurdên Sovyeta berê jî, dîsa wisa. Tu dem û dezgeyên milli jî, vê rojê wek cejin qebul nakin.

Bêsiudî yan jî xeşîmîya melul ew e ku tevgera sivîl a zimanê Kurdî Hezkurd jî, bi ber bayê hin dezgeyan dikeve û 15’yê Gulanê wek cejin qebul dike. Lewra Hezkurd jî divê xwe ji vê bayê necat bike. Helbet rojeke ziman a navnetewî heye ku ew roj 21’ê Sibatê ye. Gelek millet wê rojê wek cejnek cîhanî qebul dikin.

Yekem car di 15’ê meha Gulanê de, Kovara Hewarê (di sala 1932 yan de) dest bi weşanê kir. Kovar bi serwerî û handerîya Mîr Celadet Bedirxan derdiket, ango xwedî û berpisyarê Kovarê Mîr Celadet Bedirxan bû. Bi saya vê kovarê, yekem car zimanê Kurdî bi tîpên latînî di weşanek de hate bikaranîn. Dî jîyana nivîskî û edebî a Kurdan de ev roj rojeke giring e. Her wiha baş tê zanîn ku bikaranîna herfên latînî berî biryara Mir Celadet jî pê hatîye. Di sala 1928’a li Yêrîvanê elfabeya Kurmancî/Kurdî bi tîpên latînî ji aliyê dewleta Sovyetê de bi resmî hate pejirandin. Sala 1930 rojnameya Riya Teze bi wê elfabeyê hate weşandin. Yanî Rîya Teze berî Hewarê bi du salan bi latîni dest bi weşanê kiribû.

Her wekî tê zanîn Komara Turkîyê jî, di sala 1928’an de, derbasî herfê latînî bû. Turkan ji elfabeya xw a nu re gotin” Elfabeya nû a Turk”. Sedem vê yekê arşîvên Osmanî hemu man di bin axê de.Yanî mane xef û veşartî. Dibe ku ev helwestek bu yan jî,xweşîrinkirinek bu ji bo bîr û raya Ewropa. Lewra  komara Turk rojavaperest bû. Turk bi eslê xwe jî ( çawa ku ew dibêjin) mileteke Asya Dûr û ya Navîn in. Elfabeya wan deran jî ne latînîye.Elfaba latîni miletên Hind û Ewropayî bikar tînin. Komara nû a Turk,wek hemu guhertinên din, bi vê guhertinê jî, xwest ku esil û astareke nû ji xwe re dayne.

 Elfabeya Turk a nû , ne elfabeya latînî ye. Lewra çend herfên ku di elfabeya latînî de hene , di ya Turkan de tune nin. Wek “W,X,Q,Ê,Û,Î “Zimanzanên Turk bi zanîyarî van herfan ne xistine elfabeya Turk.Lê di Kurdî de ev herf hen in.Sedem ku Kurd miletek Hindu Ewropayîne, ev tişt normal e.Diyare ku Celadet Beg bi nujenkirina herfan gelek serfiraz buye.Ev yek jî serfirazîyeke rewa ye.Helbet em dikarin bêjin dema ku Celadet Beg vê biryarê daye, bandorek Ewropayîyan jî li serî hebuye.Lê biryara Celadet nekarîye bibe  sebeb ku Kurd yekser bigêjin elfabeyeke hevbeş.Hê jî Kurd  (3) sê elfabeyan bikar tînin.Cejin ew tiştin ku piranîya millet qebul dike.Yan piranîya Milet radipêçe.

Bêgûman malbata Bedirxanîyan wek hikûmet û desthilatdarî di rêya pêşketina doza Kurd û Kurdistanê de,bi dilovanîyek bê emsal xebîtîne.Her yek ji endamên malbatê, wek wezîrek kar kirîye.Mîr Celadet jî,pirsa ziman ji xwe re kirîye wate û wezife.Li ser ziman û rêya ziman xebatên baş kiriye.

Mîr Celadet  di seferek de, bi yûzbaşî Noel re li ser herfên latînî  û zimanê Kurdî nirxandinek dike û li dawîya hin ceribandinan; biryar dide ku kovarek Kurdî bi herfên latînî derîne.Kovara Hewar’ê berhema wê biryarê ye.Herku tê zanîn heta wê demê Kurda herfên Sansikristi (Erebî) û Kirîlî bikar dianîyan.Bi destpêka Hewar’ê,elfabeya latînî jî kete nav çand û edebiyata Kurdi.

Hejmara pêşîn a vê Hewar’ê, di 15’ê Gûlana sala 1932 yan de derketîye.Û hejmara dawîn jî di 15’ê  Tebaxa  sala 1943 an de derketiye. Kovar li bajarê Şamê hatîye çap kirin. Kovara Hewar, di nav Kurdên Cizîrê, Efrînê, Zaxo, Hewlêr, Rewanê,Karmanşahê û heta Mûsil û Bexdayê de,dihate belav kirin. Kovar 57 jimare derketîye.

Serborîya Hewar’ê helbet destkevtiyeke giring e. Ev serborî di xwendin û nivsandina Kurdî de qonaxek nû û serdemek nûy e. Lewra hin kes û derdorên sîyasî bi sedema vê bûyerê, roja 15’yê Gulanê, wek “Cejin” ilan kirin.

Di sal 2006’an de KCK û KNK vê rojê wek” Cejna Zimanê Kurdî” ilan kirin. Paşî ji dezgeyên xwegirtîyên wan, MKM û Enstîtuya Kurdî a Stenbolê, Tevgera Zimanê Kurdî û yên din; jî wê demê ve, vî karî xistin rojeva bîr û raya Kurdan. Bi cehdeke berfireh vê rojê kirin “Cejin.”

Helbet her kes dikare bi tiştek kêfxweş bibe, wek şadumanîyek pîroz bike. Lê jibona ku bûyerek bibe cejnek mîlli, lazime rêxistin û sazumanên milli û her wiha raya gişti a millet vê bûyerê qebul bike û li ser biryar bide.İro ji bo vê rojê biryarek wiha tûne ye. Otorîter û zimanzan û akademisyen tişteke wiha erênî nekirine. Ji xeyni beşek ji Kurdên Bakûr, tu kesek li hîç beşek Kurdîstanê,roja 15’yê Gulanê,wek cejin ne pejirandîye.Lewraye ku ev roj ne rojek, yan cejnek milli ye.Rojeke serkevtî ye. Ev rojake giring e.

Helbet xebata Mir Celadet û rola Hewarê jibo Kurdan,kareke gelek pîroz e. Miletê Kurd minetdarê Mîr Celadet û xebatkar û nivîskarê Hewar’ê ye.Lewraye ku. Hewar serdemeke nû û nûjen pêkanîye.Lê her xebateke pîroz, her biryareke giring nabe cejin.

-Pîroz be 95 salîya Kovara Hewar’ê.

-Rûhşad be Mîr Celadet Bedirxan.