Efrîn: Amadekarî ji bo vegera malbatên Dêrazorê bo warê wan tên kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Amadekarî tên kir, da ku bi sedan malbatên ji Dêrazorê yên ku li Efrînê hatibûn bicihkirin, vegerin ser cih û warên xwe.
Parêzgarê Dêrazorê Xesan Ehmed duh 2ê Gulanê serdana bajarê Efrînê kir û li wir bi Cîgirê Parêzgarê Helebê Elî Henore û Berpirsê Herêma Efrînê Xêro Dawûd re civiya. Li gorî Navenda Ragihandina Efrînê, armanca vê serdanê amadekirina projeyekê ye, ji bo vegera wan malbatên ku ji ber şerê navxweyî yê Sûriyê li Efrînê bicih bûbûn.
Di civînê de nûnerên malbatên hawirde yên ji Dêrazorê jî amade bûn. Hat ragihandin ku aliyan li ser pêşniyar û hêsankariyên pêwîst axivîne, daku ev malbat bi awayekî rêkûpêk vegerin cih û warên xwe yên resen.
Piştî êrîş û operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê û komên çekdar ên opozîsyona Sûriyeyê li ser Efrînê di Adara 2018an de, bi dehhezaran erebên ji parêzgehên cuda yên Sûriyeyê li Efrînê û gundên wê hatibûn bicihkirin.
Li gorî zanyariyan, piştî hilweşandina rejîma Esed, pêleke mezin a vegera malbatên hawirde dest pê kiriye. Heya niha beşeke mezin a niştecihên ji parêzgehên cuda vegeriyane, lê hîna bêtirî 1000 malbatên ji Dêrazorê li Efrînê mane.