Bakirhan: Divê çarçove qanûn zelal be

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan beşdarî "Mitînga Azadiyê" ya li Stenbolê bû û destnîşan kir ku divê çarçove qanûn bibe garantiya demokrasiya herêmî, mafê zimanê dayikê û hemwelatiya wekhev."

Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, li Stenbolê mitîngek hat lidarxistin. Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di axaftina xwe de bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiyeyê û ew bi polîtîkayên şer ve girêda. Bakirhan got: "Îro gel nikare debara xwe bike, sedema vê yekê polîtîkayên şer in."

Bakirhan derbarê nîqaşên li ser "çarçove qanûn" ya ji bo çareseriya pirsê de bang kir ku divê pêvajo zelal be: "Çarçoveya qanûnê divê zelal be. Divê em di vê mijarê de wêrek bin. Yek muxatab heye, ew jî birêz Abdullah Ocalan e. Birêz Ocalan bi salan e ji bo aştiyê têdikoşe û dibêje bila êdî ti kes jiyana xwe ji dest nede."

Tuncer Bakirhan di axaftina xwe de destnîşan kir ku Tirkiye bi înkarkirina miletê Kurd pêş nakeve û got ku ew ê ji bo avakirina "Komara Demokratîk", çareserkirina pirsa Kurd û fermîkirina zimanê Kurdî têkoşîna xwe berdewam bikin.