Li Kirmanşanê salane 130 hezar ton tiriyê "Yaqûtî" tê berhemanîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgeha Kirmanşanê ya Rojhilatê Kurdistanê bi berhemanîna salane ya zêdetirî 130 hezar ton tirî, wekî yek ji cemserên herî giring ên çandiniyê li ser asta Îranê derdikeve pêş. Bi taybetî tiriyê reş ê bi navê "Yaqûtî" di nav bazarên herêmî û navdewletî de xwedî navûdengekî mezin e.
Li gorî daneyên dawî, li parêzgeha Kirmanşanê salane zêdetirî 130 hezar ton cureyên cuda yên tirî tên berhemandin. Ji vê birê, zêdetirî 42 hezar ton "tiriyê reş" e ku bi navê tiriyê "Yaqûtî" tê naskirin. Ev taybetmendî Kirmanşanê di berhemanîna tiriyê reş de li seranserê Îranê di rêzên herî pêş de cih dike.
Berhemên tirî yên Kirmanşanê ne tenê di nav Îranê de, lê belê ji bo welatên cîran jî tên hinardekirin. Beşeke zêde ya tiriyê Yaqûtî ji bo parêzgehên din ên Îranê û bi taybetî ji bo bazarên Iraq û Herêma Kurdistanê tê şandin. Ev yek bandoreke erênî li ser aboriya herêmê û jiyana cotkaran dike.
Di nava rezên Kirmanşanê de xwedîrez, firoşkar û karker bi coşeke mezin karê xwe dimeşînin. Sîrûs Silêmanî, ku xwediyê rezekî ye, diyar dike ku tiriyê wan bi kalîte û tama xwe cuda ye û ev kar ji bo wan çavkaniyekî sereke yê debarê ye.
Firoşkar Mehdî Resûlî Ferd jî balê dikşîne ser daxwaza zêde ya li ser tiriyê Yaqûtî û dibêje: "Ev tirî li her derê tê xwestin, ji ber ku berhemekî xwezayî û tendurist e."
Karker Ebdullah Ehmedî jî, ku di heyama paleyiyê de li rezan dixebite, dibêje ku ev werz ji bo wan derfeteke kar e û ew bi keda destên xwe di berhemanîna vî tiriyê navdar de pişkiyê dikin.
Pisporên çandiniyê destnîşan dikin ku heke piştgiriyeke zêdetir bibe, Kirmanşan dikare asta berhemanîna xwe hîn bilindtir bike. Keşûhewaya herêmê ji bo rezvaniyê gelekî guncaw e û tiriyê Yaqûtî wekî "zêrê reş" ê çandiniya Kirmanşanê tê dîtin.