Cemal Batun
Author
Îzdem û Amedspor
Îzdem
Keçek Kurd a 12-13 salî. Piştgirek germ a Amedspor. Îzdem, bi xwe xwedî pêdawistiyên taybet e. Di hemû yariyên Amedspor de, taybet li Amedê beşdar bûye, piştgiriya xurt a tîma xwe kiriye.
Yariya pêş dawiyê, ji bo nîşandana helwêsta xwe ya handanê seredana Ofîsa Amedspor jî, kir. Ji alî Serokê Amedsporê rêzdar Nahît Eren ve, hat pêşwazî kirin.
Serkeftina Amedspor di Lîga Yekem û serkeftina bo Super Lîg a Tirkiye de dilxweşiyek mezin ji bo Îzdemê peyda kir. Gava, Amedspor şahiya serkeftinê, bi beşdariya bi sedhezaran handarên xwe li Amedê lidar xistî, Îzdem di nav yarîzanên Amedsporê de derkeft ser dîkê û govend girt, ku bi sedhezaran hander, dilxweşiya xwe ji bo vê kêça Kurd a dilovan nîşan dan!..
Lê, çi bû?..
Di platformên sosyal medya de, bi hezaran nîjadperestên nefretkar, gotinên sivikatîkirinê, êrîşbar, dujîn li Îzdemê kirin!..
Bi mixabinî ve, henekên xwe bi rewşa Îzdem a pêdawistiyên taybet kirin!.. Ligel van nîjadperest/nefretkaran, gava mijar tê ser Kurd, Kurdî, serkeftinên Kurd, pîvanên mirovayetiyê namînin, çav sor dibin, ziman dibe, zimanê herî tund ê êrîşkar!.. Di rewşa Îzdem de, wusa lê hat, ku nexweşiya Îzdem bû, armanca êrîşbirinên van nefretkaran!..
Ev rewş, ji alî raya giştî ya Kurd ve, rastî bertekên tund hat!.. Dilovaniyek germ bi Îzdem hate nîşandan! Bi deh/sed hezaran Kurd, li sosyal-medyayê piştgiriya xwe bo Îzdem diyar kirin. Wêneyên wê weşandin…
Herweha Amedspor jî, di platformên xwe yên sosyal-medya de, dilovaniya xwe bo Îzdemê diyar kir!..
Bi van gotinan, silavên xwe bo Îzdemê rêdikim:
Îzdem –
tu gula me,
gula Amedê,
gula Amedspor î!..