Pêşewa Hewramanî: Ji bo pêkanîna hikûmetê zemîneke pir baş heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Mesrûr Barzanî û Qubad Talebanî di hevdîtinekê de mijara pêkanîna kabîneya dehê nîqaş kiriye. Tekez jî kir ku divê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê di budceya 2027ê ya Îraqê de bên garantîkirin û biryara kêmkirina pişka Herêma Kurdistanê bo 12% bi temamî hat redkirin.

Encûmena Wezîran îro Çarşemê, 16ê Îlona 2026ê, bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî civiya. Piştre Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî di konferanseke rojnamevaniyê de encamên wê civînê ragihandin.

Redkirina biryareka Bexdayê li ser pişka Herêma Kurdistanê

Pêşewa Hewramanî ragihand ku Wezîrê Plandananê mijara amara şêniyan xist rojevê, ku li gorî wê biryarek hatibû dan ku rêjeya şêniyên Herêma Kurdistanê ji bilî ku di serjimêriyê de zêdetirî 14% ye, bo 12% bê kêmkirin. Hewramanî ev biryar wekî xedreyeke mezin li dijî xelkê Herêma Kurdistanê bi nav kir û got ku hikûmet bi temamî vê biryarê red dike.

Navborî herwesa got: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi temamî vê biryarê red dike; çi peywendiya me li gel birêz Cenabê Serokwezîrê Hikûmeta Federal birêz Zeydî, çi bi rêyên qanûnî û her tiştekî pêdivî be, em dê bo vê mijarê bikin, bi taybetî daxwaza me ji hemî fraksyonên Kurdistanî di Encûmena Nûneran a Îraqê de heye. Ev mijareke siyasî nîne, peywendî bi ti partî û aliyekî ve nîne, ev xedreyek e li beranberî xelkê Herêma Kurdistanê tê kirin, ku bêguman bandoreke gelek xirab dê ji hemî aliyan ve li ser Herêma Kurdistanê hebe."

Hewramanî eşkere jî kir: "12.68% a ku hatiye diyarkirin berevajî wê serjimêriyê ye ya ku hikûmeta federal bi xwe kiribû û bi xwe serperiştiya lidarxistina wê kiribû, bê deverên Kurdistanî yên dervayî îdareya Herêma Kurdistanê, lewma em wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi temamî vê yekê red dikin."

Biryareka girêdayî Xwendina Bilind û Perwerdeyê

Berdevkê Hikûmetê herwesa got: "Ew fermanberên di Wezareta Perwerdeyê an Xwendina Bilind de li ser dahata navxweyî hatine damezrandin û bi her sedemekê dest ji karên xwe berdane; bi biryara Encûmena Wezîran dikarin cihên wan bêne pirkirin."

Civînên şanda hikûmetê û projeya "Hejmara Min"

Hewramanî behsa wê yekê jî kir ku di dema borî de, şanda danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiyaye û bi kurtî behsa van mijaran kiriye:

Yek: Divê mûçe di nav projeqanûna budceya sala 2027ê de, li gel mûçeyên fermanberên Îraqê bên garantîkirin û destkarî di mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê de neyê kirin.

Du: Ew mafên darayî yên ku mafên xelkê Herêma Kurdistanê ne û li gorî destûrê berê nehatine dan, ji ber ku li gorî destûrê mafên me ne, bo me bêne vegerandin. Dîsan jî pêdivî ye hemî fraksyonên Kurdistanî li ser van pirsan yekdeng û yekhelwest berevaniyê ji mafên xelkê Herêma Kurdistanê bikin û rêyê nedin ku ew mafên berê hatine xwarin dubare tûşî eynî çarenivîsî bibin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê behs jî kir: "Ew tiştên Dadgeha Federal ji me daxwaz kiribûn, bi taybetî di mijara mûçeyan de, me pabendiya temam nîşan daye û me hemî erkên li ser milê xwe bi cih anîne."

Di derheqa projeya "Hejmara Min" de jî, Berdevkê Hikûmetê got: "Birêz Cenabê Serokwezîr Duşemê ragihand ku mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê yên ku niha bi rêya bankê mûçe werdigirin, hejmara wan ji 1 milyon kesî derbaz bûye. Niha 1 milyon kes bi rêya amêrên ATM mûçeyên xwe werdigirin."

Pêkanîna Kabîneya Dehê

Li ser pêkanîna kabîneya dehê, Hewramanî got: "Cenabê Kak Mesrûr û Cenabê Kak Qubad civînek pêkve hebûye, û civîneke baş hebûye û tiştekî asayî ye, ew Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîr in û ligel hev bicivin. Di mijara pêkanîna hikûmetê de, rewşeke baş heye."

Herwesa got: "Post û wezaret û ew lêkvekirina ku behs li ser tê kirin tiştekî weha nîne; lê nêzîkbûneke gelek baş di navbera PDK û YNKê de heye û civîna navbera Cenabê Kak Mesrûr û Kak Qubad civîneke baş bû, dibe ku em gihîştibin wê yekê ku di qonaxa bê de li ser wê yekê bête axaftin çi bo kê be; lê niha zêmîneyeke gelek baş ji her demê çêtir di dema borî de bo pêkanîna hikûmetê heye."

Arêşeya benzînê

Berdevkê Hikûmetê ron jî kir: "Mijara benzînê arêşeyek nîne ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê afirandibe, îro jî me di Encûmena Wezîran de behs li ser kir. Birêz Wezîrê Petrolê behs kir ku me ji hikûmeta federal daxwaz kiriye. Yek ji wan mijaran e yên ku em danûstandinê li ser dikin ligel hikûmeta federal, ku şanda me çûye Bexdayê."

Tekez jî kir: "Pêdivî ye ew 50 hezar bermîl bo me bên zêdekirin, wan jî fêm kiriye ku 50 hezar têra me nakin; lê tenê biryareke pêdivî ye. An ew e ku wekî deverên din ên Îraqê serederiyê ligel Herêma Kurdistanê bikin, an jî divê çareseriyekê bo me jî bibînin, lewma ew 50 hezar bermîl duhî jî, çend rojên borî jî wezîrê me li ser xetê bû di gel wan û em di bizava çareseriyê de ne."

Navborî herwesa got: "Ev arêşe jî bi hezkirina Xudê dê bê çareserkirin. Li rêza yekê ya girîng ew e ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê nehişt ev qeyrana mezin berdewam be. Rast e nirx ne ew e ku em jê razî bin, em pê dilxweş nînin û di bizava çareseriyê de ne; lê niha wekî qeyran, qeyran nîne, Hikûmeta Herêma Kurdistanê benzîna 750 dînarî belav kiriye, benzîneke zêde, bi kalîteya baş e û xelk jî jê razî ye, û me çareser jî kiriye; lê di bazara azad de dibe ku nirx ne bi wî awayî be ku em daxwaz dikin û bihayê wê jî em dê bînin xwarê."