Ji ber êrîşekê hinardekirina petrola Siûdiyê hat rawestandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku binesaziyeke stratejîk a enerjiyê hate armancgirtin, veguhastina petrolê bi rêya xeta boriyan a "Rojhilat-Rojava" li Siûdiyê careke din rawestiya.

Jêderekî agahdar ji sektora enerjiyê ji ajansa nûçeyan a AFPê re ragihand, duh yekşemê êrîşek li ser xeta boriyan a petrolê ya Rojhilat-Rojava pêk hat. Di êrîşê de, binesaziya parzûngehekê li devera Xureysê ya li rojhilatê Riyadê rasterast hatiye armancgirtin.

Heman jêderî da zanîn, ev navend berê rûbirûyî êrîşan nebûbû, lê di vê êrîşa dawî de ziyanên giran gihîştine saziyê û ji ber vê sedemê proseya veguhastin û parzûnkirinê bi temamî rawestiye.

Xeta boriyan a Rojhilat-Rojava bi dirêjahiya nêzîkî 1,200 kîlometran e. Ev xet zeviyên petrolê yên li rojhilatê Erebistana Siûdiyê rasterast bi Bendera Yenbû ya li ser Deryaya Sor ve girê dide.

Girîngiya herî mezin a vê xetê ew e ku derfetê dide Siûdiyê petrola xwe bêyî ku di Tengava Hurmizê re derbas bike, bişîne bazarên cîhanê. Bi vî awayî, Riyad neçar namîne ku bi temamî pişta xwe bi vê tengava krîtîk bibeste.

Ev êrîşên nû yên bi dronan li ser stasyonên vê xetê di demekê de ne ku Tengava Hurmizê ji ber aloziyên serbazî yên li herêmê di bin metirsiyeke mezin de ye. Di vê rewşê de, Siûdiye neçar mabû ku ji bo dabînkirina hinardeya xwe bêtir pişta xwe bi vê xeta bejahî bibeste.

Li gorî daxuyaniyên fermî yên Riyadê, êrîşên bi dronan ji derveyî xaka Siûdiyê tên arastekirin û çavkaniya wan carinan ji xaka Iraqê û carinan jî ji aliyê Yemenê ve ye.