Mesrûr Barzanî ji ciwanan re: Hûn xwediyên rastîn ên welêt in û sînoran ji bo serkeftina xwe daneynin
Navenda Nûçeyan (K24) – Panela taybet a Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşemê, 24ê Mijdara 2026an, di yekemîn Lûtkeya Cîhanî ya Ciwanan de li Herêma Kurdistanê birêve çû.
Beşek ji panela taybet a Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
Pêşkêşkar: Gelek bi xêr hatin cenabê Serokwezîr. Silav û bi xêr bên mêvanên birêz. Wekî cenabê we dibînin, îro em li vir di Lûtkeya Cîhanî ya Ciwanan de li hev civiyane. Em di vê holê de nêzîkî 800 kesan in û gelek kesên din jî bi awayê online û bi rêya televizyonan ligel me ne. Bêguman gelek mêvanên birêz û xoşewîst ji berpirs, wezîr û welatên cuda û herwiha xelk ji 47 welatên cuda yên cîhanê li vir in. Ez hez dikim bi pirsekê dest pê bikim û nerîna cenabê we bizanim li ser vê yekê ku li gorî baweriya we, hûn hêvî dikin ji civîna me ya îro ya li vir, bi taybetî ji bo ciwanan, çi encam jê derkeve?
Serokwezîr: Gelek gelek spas. Rê bide min pêşî ez jî bixêrhatineke germ a hemû beşdaran û mêvanên ezîz bikim. Bi xêr bên bo Hewlêrê, bi xêr bên bo Kurdistanê, bi xêr bên bo mala xwe. Em bi amadebûna we gelek gelek kêfxweş û serfiraz in, bi taybetî mêvanên birêz ên ku ji dûr ve hatine. Ez hêvîdar im demeke we ya xweş hebe û ez daxwaza serkeftina vê lûtkeyê ji bo we hemûyan dikim.
Gelek gelek spas. Herwiha ez destxweşiyê li rêkxerên vê lûtkeyê yên li Kurdistan Foundation dikim; bi rastî karekî bêhempa ye ku ji bo cara yekem Lûtkeya Cîhanî ya Ciwanan li Hewlêrê tê lidarxistin. Ez hêvîdar im ev destpêk û seretayek be ji bo girêdana peywendiyên di navbera ciwanên Herêma Kurdistanê û ciwanên cîhanê de, û ev bibe destpêkek ji bo pevguhertina bîr û nêrînan, ji bo pêgihandina ciwanan û peydakirina derfetê da ku şiyanên ciwanên me jî wekî hemû ciwanên din ên cîhanê werin nîşandan û em hemû bi hev re bikaribin alîkariya hevdu bikin û welatekî baştir û seqamgîrtir ji bo me hemûyan wêne bikin.
Lewma bi baweriya min, her di bersiva pirsa cenabê te de jî, ev karekî gelek gelek hêja ye. Ez destxweşiyê li we dikim ku we ev kar kiriye. Beşdariya me jî bêguman ji bo piştgirîkirina şiyanên ciwanên me ye di van cure helkeftan de, û ez hêviya serkeftinê ji we re dixwazim.
Pêşkêşkar: Di van çend rojên bê de em ê bibin bînerên komeke gotûbêjên gelekî balkêş, lê yek ji wan ên ku gelekî bi dilê min bû li ser serkirdebûnê ye. Bi nêrîna cenabê we, serkirde ji dayik dibe yan tê çêkirin?
Serokwezîr: Bi baweriya min herdu ye. Beşek ew e ku tu ji aliyê genetîkî ve û ji aliyê şiyana laşî û hizirkirinê ve, divê Xwedê heta radeyekê alîkariya te bike. Lê beşê din ew e ku tu bi xwe çawa xwe pê digihînî, bi taybetî di wê civaka ku tu tê de dijî, di wan ceribandinên jiyanê de tu çawa dikarî xwe biceribînî, çiqasî dikarî xwe pê bigihînî, ji derdora xwe û ji civaka xwe fêr bibî, çawa dikarî biryarên durust bidî û bi taybetî di demên dijwar de bêhêvî nebî. Bêguman hemû ev tişt dê bandorê li ser avakirina kesayetiya wî kesî bikin ku bikaribe bibe serkirde.
Wateyên cuda yên serkirdayetiyê hene. Mirov, her kesek di jiyana xwe de, pêwîst e cureyekî serkirdayetiyê bike di birêvebirina jiyana xwe, kesûkarên xwe, malbata xwe û civaka xwe de; lê her ku mezintir dibe û berfirehtir dibe, bêguman dema ku pêgeha cemawerî zêdetir dibe, erkê serkirde jî girantir dibe. Lewma avakirina baweriyê, têgihiştin, guhdarîkirin, têkelbûn û şêwazê peywendîkirinê di navbera serkirde û welatî de, ev erkekî gelekî giran e û girîng e jî; û her serkirdeyek dikare serkirdeyekî serkeftî be ku bikaribe baweriya xelkê xwe bi dest bixe.
Pêşkêşkar: Gotinên te yên li ser taybetmendiyên serkirde gelekî hêja bûn. Min bi xwe niyet hebû yekser pirsekê ji te bikim ka bi nêrîna te taybetmendiya serkirdeyekî baş çi ye, lê te yekser bersiva wê jî da. Ez hez dikim pirseke din ji te bikim, hinekî sadetir û kesanetir e, ew jî ev e: di rojên jiyana xwe de dema ku tu êdî ne Serokwezîr î, di wî beşê rojê de ku tu rihet dibî û bêhna xwe vedidî, ez hez dikim bizanim tu xwe bi çi ve mijûl dikî? Gelo hez û xulyayek heye, yan jî zêdetir bala te li ser wê yekê ye ku tu demê ligel malbatê derbas bikî?
Serokwezîr: Eger dema min hebe, bêguman hez û xulyayên min jî hene û ez hez dikim carinan demê derbas bikim. Ji ber ku dema min a zêde nîne, di wê dema kêm a ku min heye de ez hez dikim ligel malbat û zarokan û wan demê derbas bikim. Lê eger ji wê zêdetir jî carinan derfeta min hebe, ez hez ji siwariya hespan dikim. Ez hez dikim car bi car herim siwariya hespan, werzişê dikim, û carinan jî eger derfet hebe herim derdorê bibînim; bi taybetî ez gelekî hez ji xwezayê dikim, herim li derve hinekî xwezaya me ya xweşik jî bibînim. Bi min xweş e, lê ev hemû vedigere ser wê yekê ku ji bo van cure karan çiqas dem heye.
Pêşkêşkar: Eger Xwedê bide.
Serokwezîr: Belê, eger Xwedê bide.
Pêşkêşkar: Herwiha cenabê we gelekî hez ji nîgarkêşiyê dikin; min hez kir bizanim ev hez û xulyayek e ku ji ciwaniyê ve ligel te ye, yan di temenekî paştir de tu pê aşna bûyî?
Serokwezîr: Weleh dema ku ez hê gelekî zarok bûm, min hez ji nîgarkêşiyê dikir. Min jê hez dikir û hêdî hêdî min hewl dida û kar tê de dikir. Piştre min hewl da hinekî zêdetir xwe fêr bikim; hin mamoste hebûn ku dikarîn alîkariya min bikin di çêkirina nîgaran de, bi taybetî nîgarên rûnî, yên zeyt li ser kanvasê û wan cureyan, yanî min karî bi şêweyekî profesyonel xwe pê bigihînim. Piştre li zanîngehê jî min hewl da ku di nîgarkêşiyê û van cure karan de zêdetir şiyanên xwe pêş bixim. Êdî her ku dema min hebe, carinan ez xwe pê ve mijûl dikim.
Pêşkêşkar: Gelekî baş e, hinekî din ez ê vegerim ser zanîngehê jî. Lê her li ser mijara ciwanan û hez û xulyayan, yek ji wan mijarên ku niha gelek ciwan pê ve mijûl in lîstikên elektronîk in, û ne tenê wekî ku min bala xwe dayê li Herêma Kurdistanê bikarhênerên lîstikên elektronîk bin, belkî niha kesên me yên baş jî hene ku wan çêdikin. Min hez kir bizanim ka ji dûr û nêzîk ve haya cenabê we ji lîstikên elektronîk heye yan jî we qet bi wan lîstiye?
Serokwezîr: Weleh heta radeyekê ez jî dibînim û haya min jê heye, û niha tiştên gelekî xweşik hatine çêkirin, lê ez zêde jê nizanim. Dema ku ez ciwantir bûm me hinekî hewl dida, yanî Arîn gelekî zarok bû, carinan me ligel wî lîstika futbolê dikir, lê her carê wî ji min dibir! Paşê carekê jî tê bîra min ligel birazî û xwarziyên min, wan jî dilîst û min xwest ligel wan bilîzim; min bihîst ku yek ji wan ligel yê din diaxivî, got bila em xwe bidorînin û bihêlin bila bibe! Piştî wê ez rabûm min got bi Xwedê ez êdî ligel we nalîzim!
Êdî ez zêde jê nizanim, lê bêguman tiştên xweşik hatine çêkirin û bi min xweş e jî eger ciwanên me gihiştibin wê astê ku bikaribin bi xwe lîstikan çêbikin. Gelek lîstikên kevn ên kurdî hene ku dikarin wan zindî bikin, bi rêya vîdyo û van cure lîstikan ku bi rêya teknolojiyê dikare her kesek sûdê jê bibîne. Lê ya ku ez hez dikim û ji ciwan û zarokan jî daxwaz dikim ew e ku bikaribin xwe fêrî vî cureyê teknolojiyê bikin ku tiştekî baş e, lê teknolojî nebe cihgirê jiyana rojane, nebe cihgirê peywendiyên civakî ligel kesûkaran, ligel malbatê, ligel dayik û bav, ligel heval û dostan. Lewma girîng e hevsengiyek hebe, yanî balansek hebe di navbera wê yekê de ka tu çiqasî diçî nav vê cîhana nû, lê divê tu ji cîhana rastîn a ku tu tê de dijî qut nebî. Lewma bi baweriya min ragirtina wê hevsengiyê tiştekî girîng e û bila li bîra ciwanan be.
Pêşkêşkar: Xwedê ji te razî be, ez bi xwe gelek gelek hevnerîn im. Xweşbextane niha ciwan dikarin xwedî hez û xulya bin, lê eger ez ne şaş bim temenê cenabê we tenê 16 sal bû dema ku hûn ji bo cara yekem bûne Pêşmerge. Ez hez dikim bizanim gelo rewşa wê demê divê çawa bûbe ku pêwîst kiribe heta cenabê we jî çek hilbigirin, û gelo ew cara yekem bû di jiyana te de ku tu rûbirûyî berpirsiyariyê bûyî?
Serokwezîr: Em aware bûn dema ku temenê min 16 sal bû; em aware bûn, penaber bûn li welatekî cîran, û wî wextî ez li dibistanê jî bûm, li qonaxa amadeyiyê bûm, saleke min mabû. Lê havînan min gelek gelek hez dikir jiyana Pêşmergayetiyê bijîm. Bawer bike ew kesên mezin ên ku min li derdora xwe didîtin, hemû ew kesên ku min şanazî bi wan dikir û ez bi wan sersam bûm, hemû Pêşmerge bûn; ji bavê min ve ligel hemû kesûkar û wan Pêşmergeyên qehreman ên ku min didîtin, jiyana min bi wan re têkel bû. Lewma ti rojekê ji rojan min xwe cuda nedîtiye, yanî dema ku min çek jî hilgirt û min xwest bibim Pêşmerge, min xwest wekî wan bim. Min xwest jiyana wan biceribînim ji ber ku xulyayek di hundirê min de hebû; hez û xwestekeke min hebû, ez herdem gelek gelek bi jiyana Pêşmergayetiyê sersam bûm û min hez dikir bibim Pêşmerge. Xelk gelek bû, ciwan gelek bûn û hemûyan dixwest bibin Pêşmerge, lê di wê maweyê de ya ku min hebû, herçend ti derfeteke din jî ji bo mirov tunebû, yanî me di penaberiyê de jiyaneke ewqasî hêsan tunebû.
Lewma min hez dikir di wê dema ku min heye de li çiyayan ligel Pêşmergeyan hebûneke te ya wisa hebe, yanî tu hest bi azadiyeke reha bikî li van çiya û baniyan, tu wekî Pêşmerge bijî; ew tiştek bû ku bi rastî gelek gelek bi min xweş bû. Lewma ne ji neçariyê bû, belkî ji hez û xwesteka min bi xwe bû ku min dixwest bibim Pêşmerge.
Pêşkêşkar: Min bizanîbûya gelo em dikarin her navê panelê biguherin ji bo: "Dema ku tu bi xwe li pey berpirsiyariyê diçî, ne dema ku berpirsiyarî te dibîne."
Serokwezîr: Her kesek di jiyana xwe de rûbirûyî berpirsiyariyê dibe; ne merc e ku tu her carê bixwazî berpirsiyar bî, carinan rast e ew tiştê ku cenabê te dibêjî, berpirsiyarî pêsîra te digire; tu bixwazî û nexwazî, giraniya jiyanê her yek li gorî rewşa xwe divê rûbirûyî berpirsiyariyê bibe.
Pêşkêşkar: Bêguman. Ez hez dikim em behsa tiştekî din jî bikin ku ji bo min gelekî xweş û bi çêj e, ew jî zimanzanî ye. Herçend gelek kes hene ku dibe bêjin ji ber pêşketinên jîriya destkird, dibe ku di dahatûyeke gelekî nêzîk de zimanzanî nebe xwedî wê prestîj û girîngiya xwe ya berê. Lê cenabê we îngilîzî, kurdî û erebiyeke gelekî xweşik dizanin, û bi taybetî bala min li ser îngilîziyê ye û ez hez dikim bizanim cenabê we çawa fêrî wê bûn?
Serokwezîr: Ez her ji destpêkê ve li dibistanê, mirov hin waneyên îngilîzî dixwîne. Min hez dikir zû fêr bibim, lê heta nêzîkî temenê ciwaniyê ewqasî baş nebûm. Piştî wê ku min karî—herçend ez hinekî dereng gihiştim ku vegerim zanîngehê—ji ber ku min di temenê 17 saliyê de amadeyî temam kir, lê heta nêzîkî 22 saliyê min nekarî vegerim zanîngehê.
Di wê maweyê de min hewl da heta radeyekê îngilîziya xwe baş bikim. Piştre dema ku derfeta min hebû, ez çûm Londonê û piştî wê jî bo Amerîkayê. Li wir li zanîngehê min gelek gelek bi cidî hewl da; bi taybetî li Brîtanyayê min hewla fêrbûna zimanî da û heta radeyekê baş bûm, lê dema ku paşê ez çûm zanîngehê jî, li wir ez her berdewam bûm li ser wê yekê ku fêrî zimanê îngilîzî bibim.
Ligel rêza min, lê bi baweriya min teknolojî nikare bibe cihgirê fêrbûna zimanî. Zimanzanî tiştekî girîng e; her kesê ku zimanekî zêdetir bizane, hêza mirovekî din di xwe bi xwe de ava dike, lewma her zimanek hêzek e û şiyaneke zêdetir e ji bo mirov. Ez hez dikim—bi taybetî ew zimanên ku li derdora me hene û danûstandina me ya rojane ligel wan neteweyan û ligel dinyaya derve jî heye—niha dinya hemû biçûk bûye, yanî tu fêrî her zimanekî bibî bêguman sûdeke xwe heye û ez hêvîdar im, yanî ez hê jî hez dikim berdewam bim, eger ez bikaribim hê jî fêrî zimanên din bibim.
Pêşkêşkar: Bi baweriya cenabê we, zanîna zimanên cuda—bêguman tu bi xwe wan zimanan dizanî û di çendîn civakên cuda de jî jiyayî—tu di wê baweriyê de yî ku vê yekê bandoreke mezin li ser nêrîna we ya li hemberî jiyanê yan hêsankirina karan ji bo we kiribe?
Serokwezîr: Bêguman fêrbûna zimanî—bi taybetî eger zimanzanî ne tenê ji bo axaftinê be, belkî ji bo xwendina çand û dîroka wê neteweyê be ku bi wî zimanî diaxive—bandorê dike. Di wê yekê de ku tu bizanî dîroka neteweyekê çawa bûye, çawa dirust bûye, gihiştiye çi? Ev hemû dikarin wekî waneyan bin ji bo te ku tu ji wan fêr bibî.
Her neteweyek, her zimanek xwediyê dîrokeke tijî ezmûn e ji bo xwe, ku dibe bi têgihiştina çanda wan di rêya zimanê wan re, têkelbûna te ya ligel civaka navdewletî baştir bibe û tu zêdetir ji boçûnên wan têbigihîjî. Ku ev yek di jiyana siyasî de gelek gelek girîng e: tu tenê ji rwangeya xwe ve li dinyayê nenêrî, belkî tu bizanî aliyê beramberî te jî çawa li dinyayê dinêre, nêrîna wî ji bo mijaran çawa ye; ev yek dê gelekî alîkar be di wê yekê de ku hûn bikaribin baştir ji hevdu têbigihîjin.
Pêşkêşkar: Piştre cenabê we ji bo xwendinê çûn Washingtona paytexta Amerîkayê û gelekî bi min xweş e ku we heman beşê min xwendiye, ew jî peywendiyên navdewletî ne. Ez hez dikim bizanim ezmûna cenabê we çawa bû ji bo çûna welatekî gelekî xerîb û dûr ji bo xwendinê, û di heman demê de jî gelo li cem cenabê we asayî ye ku ciwanên me ji bo xwendinê berê xwe bidin derveyî welêt?
Serokwezîr: Amerîka welatekî firenetewe ye, yanî tu dibînî ku bi taybetî xwendekar ji piraniya welatên dinyayê hatine bo wê zanîngehê; min li Zanîngeha Amerîkî li Washingtonê xwend. Xwendekar ji gelek welatên din—ji Asya, Afrîka, Ewropa, Amerîka, Amerîkaya Latîn—ji her cihî hebûn; lewma ne tenê ez cuda bûm, kesên din jî her yek bi awayekî xwedî cudahiyekê bû.
Ya ku ji bo min gelekî balkêş bû, min hest dikir ku ez ciwanek im derfetek ji min re çêbûye bêm li welatekî gelekî pêşketî di zanîngeheke baş de bixwînim, û min hest dikir berpirsiyariyeke gelek gelek mezintir ji min li ser milê min e. Gelek caran ez difikirîm, min digot gelo dibe çend ciwanên kurd ji min jîrtir, jêhatîtir û baştir hebin lê ev derfet ji wan re nerexisiye. Lewma divê her çi ez bikaribim bikim; ez wê demê tekane kurd bûm li wê zanîngehê, diviya min tiştekî wisa bikira ku ciwan, xwendekar, heval û mamoste bizanin ku ez jî ji yên din ne kêmtir im qet nebe. Min gelek xwe diwestand di wê yekê de ku min wane gelek dixwend, min ders gelek dixwend; ez gelek gelek bi cidî çûm nav dersan tenê ji bo ku xalekê biselimînim ku ez jî wekî yên din dikarim, ji ber ku bi baweriya min dema li min dinêrin, li kurd dinêrin. Nabêjin filankes, belkî dibêjin kurdek, gelo ev kurd dikare serkeftî be yan na? Û mebesta min ne tenê serkeftin bû, min dixwest ez bibim yek ji yên yekem û şikir ji Xwedê re min karî wê yekê jî bikim.
Pêşkêşkar: Gelekî bi min xweş bû ku te bi awayekî behsa nasnameyê jî kir, ji ber ku ez bi niyet bûm her ji te bipirsim ka gelo te hest bi cudahiyeke mezin dikir ligel hevpolên xwe tenê ji ber ku tu ji vir hatibûyî? Lê ew tişt bi min xweş hat ku ew berpirsiyariya te hest pê kiribû ji wî alî ve jî bû ku te digot ev derfet ji min re hatiye dayîn û divê ez karekî bikim ku wê xesar nekim.
Ê, di wê dema ku tu gelekî bi ders û xwendinê ve mijûl bûyî, te heval û tişt peyda kiribûn?
Serokwezîr: Bêguman, hevalên min jî hebûn.
Pêşkêşkar: Û eger em yekî ji wan hevalan niha bînin ser vê sekoyê, tu di wê baweriyê de yî ku ew ê çawa behsa cenabê we bikin di wê serdemê de?
Serokwezîr: Zehmet e ez bibêjim wan ê çawa behsa min bikira, lê bi baweriya min diviya bigotana kesekî cidî bûye; dibe ku ez ji bo derketin û wan tiştan ne gelekî xweş bûbim, ji ber ku bala min gelek li ser xwendinê bû.
Pêşkêşkar: Piştî maweyekê ji vegera we ya bo vir a piştî xwendinê, piştî demekê we Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî damezrand. Ez hez dikim bizanim wê demê dîdgeha we çi bû di damezrandina rêxistineke bi vî rengî de, ku ez ne di wê baweriyê de me wê demê rêxistin û tiştên wiha gelekî belav bûbin?
Serokwezîr: Çend sedem hebûn. Em di welatekî de dijîn ku tijî saman û serweteke xwezayî û niştimanî ya mezin e, lê mixabin me nekariye gelekî sûdê jê wergirin. Ji ber wê yekê neteweya me di asta pêwîst de nehatiye xizmetkirin. Ji gelek aliyan ve gelek kes hebûn li pey wî hemû şer, kuştin, girtin û wêrankirinê. Wekî tu dizanî 4500 gund û gundewarên Kurdistanê hatin wêrankirin, gelek xelk bû penaber yan ber bi kampan ve hat birêkirin. Lewma piştî wê maweyê me dît ku mixabin gelek xelk heye, lê asta debara wan ne bi wî rengî ye ku bikaribe alîkariya xwe û malbata xwe bike; helbet niha jî hê xelkê bi vî rengî maye, û bi baweriya min divê em alîkariya hevdu bikin bi rêya dezgeheke xêrxwazî ku minet tê de nebe.
Û çima me navê Barzanî hilbijart? Ji ber ku cenabê Barzaniyê Nemir hemû temenê xwe ji bo xizmeta gelê xwe terxan kir, yanî hemû temenê xwe ji bo xizmeta gel û neteweya xwe; bi baweriya min ji aliyekî ve berdewamkirina vê bîr û boçûna cenabê Barzaniyê Nemir di xizmetkirinê de divê qet neraweste. Ji aliyê din ve bi baweriya min em deyndarên wî zatê mezin in û divê her tiştê em dikin bi navê wî be, da ku em careke din bikaribin xizmeta wê rêbaza ku wî bi xwe danîbû bikin. Lewma rêzgirtina li navê cenabê Barzaniyê Nemir û herwiha gihandina wê peyamê bo xelkê di rêya dezgeheke xêrxwazî re minet jî tê de nîne, ji ber ku dezgeha xêrxwazî bêyî cudahiya siyasî û cografî, ne tenê li Herêma Kurdistanê belkî li welatên derdorê û heta Afrîka û Asya û gelek cihên din jî—heta Ewropayê—Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kariye biçe û li Neteweyên Yekgirtî jî bi fermî hatiye naskirin.
Lewma bûye rêxistineke cîhanî ku cihê şanaziyê ye ji bo her kurdekî û ez bi şanazî dizanim ku me ji destpêkê ve dest bi avakirina vê rêxistinê kir, lê di destpêkê de zêdetir bîroke ew bû ku em bikaribin ya ku di şiyana me de heye bidin wî xelkê ku neçar e û pêwîstiya wî bi alîkariyê heye, bêyî ku ti minetek tê de hebe. Ev gelekî girîng e; dema tu xêrê dikî, nabe tu minetê tê de bikî. Lewma bi baweriya min peyama dezgehê ew e—ku ez ê bi wê dawî pê bînim—her wekî cenabê Barzaniyê Nemir dibêje: "Ji bo mirov şanazî ye xizmetkarê miletê xwe be."
Pêşkêşkar: Sedema behskirina min a ji bo wî tiştî ew e ku dema min hizir lê kir, erkê min ê civakî hat ber çavê min. Erkek li ser me hemûyan heye li hemberî civakê û di heman demê de civak jî xwedî erkekî ye li ser me. Ez hez dikim bi bikaranîna vê mînakê ku cenabê we di sala 2005an de—eger ez ne şaş bim—hatine, di demekê de ku gelekî hel tunebûye, derfet tunebûye, tu tiştek zêde bi saziyî nehatiye kirin heta ku tu bêyî dezgehekê deynî; ez hez dikim bi zanîna vê mînakê bizanim ka gelo li cem cenabê we rewa ye dema ku ciwan bêhêvîtiyê derbibire ji şêwaz û çawaniya beşdarkirina xwe di nav civakê de, û di heman demê de jî pêşniyara we çi ye ji bo ciwanekî ku dixwaze xwe zêdetir wekî xwediyê niştimana xwe bizane?
Serokwezîr: Berî her tiştî divê ciwan bizane ku welat ne yê kesekî din e ku bide wî, yê wî bi xwe ye. Ew bi xwe xwediyê welêt e. Lewma qet nabe ciwanê me hizir li wê yekê bike ku ew xerîb e, ew biyanî ye, û kesekî din tê vî welatî pêşkêşî wî dike. Ew bi xwe xwediyê welêt e, lewma peywendiya ciwanî ligel welêt divê ji naxê wî ve be. Lewma daxwaza min ji hemû ciwanan ew e ku baştirîn peywendiya wan ligel welatê xwe hebe; divê reh û rîşeyên xwe di vê axê û di vî welatî de dakutin, yê wan e. Divê ew bi xwe ava bikin, divê ew bi xwe ber bi pêş ve bibin, divê ew bi xwe jî erkî ji bo xwe bibînin ka ez wekî welatiyekî dikarim ji bo welatê xwe çi bikim. Lewma li benda wê yekê nemînin; ciwan ji ber çi bêhêvî dibe? Ji ber sedemekê, ji ber ku kesekî, aliyekî dibe ku di asta pêwîst de xizmeta ciwanî nekiribe; lê gelo ew ciwan mêvan e heta ku li benda wê yekê be yek xizmeta wî bike? Nexêr, xwediyê malê ye. Lewma nabe ciwan bi tu awayî li benda wê yekê be ku yek bê xizmeta wî bike yan derfeta karî ji bo wî birexisîne.
Helbet di heman demê de erkê hikûmetê ye, erkê wan aliyên berpirs e ku ciwan deng didin wan û li benda wê yekê ne ku ew li şûna wî wan xizmetan pêşkêşî ciwanan bikin û derfetên karî ji wan re birexisînin. Lewma berpirsiyariyeke dualî ye. Yanî divê ciwan gelek gelek erkekî zêdetir yan hest bi berpirsiyariyeke zêdetir bike ji bo xwe û wê peywendiya xwe ya ligel welatê xwe. Ev gotina min a dawî ye; berê min bersiva beşekê ji pirsa cenabê te jî neda dema te got eger ciwan bikaribe biçe derve, eger ciwan bikaribe li cihekî zêdetir xwendina xwe pêş bixe, wekî her kesekî asayî ye, lê ne ji bo dûrketina ji welêt. Bila ji bo wergirtina ezmûnê biçe û vegere.
Pêşkêşkar: Gelo bi rastî cenabê we di wê baweriyê de ne ku rojekê ji rojan em li Herêma Kurdistanê bikaribin bi taybetî bi rêya geştiyariyê, û bi giştî bi rêya hemecurekirina aboriyê, karekî bikin ku Herêma Kurdistanê êdî pişta xwe bi neftê ve girê nede?
Serokwezîr: Belê. Me di destpêka avabûna Kabîneya Nehem de, siyasetek girt ber xwe ji bo ferecurekirina aboriya xwe; lewma tenê pişta xwe bi neft û gazê û wan ve girê nedin, belkî bi rêya çandiniyê, pîşesaziyê, geştiyariyê, bi her rêyekê ve em sektorên din ên aboriyê pêş bixin. Û me karî jî heta radeyeke mezin serkeftî bin. Ji aliyê çandiniyê ve destkeftên gelekî mezin hatin bidestxistin. Ji aliyekî ve berhemên navxweyî yên çandiniyê gelekî zêde bûn, û gelek ji wan cotkarên ku berê berhemên xwe davêtin, piştre bi wê siyaseta ku hikûmetê girt ber xwe karîn berhemên xwe li navxweyê Herêma Kurdistanê bifiroşin, û ji bilî wê yekê bikaribe bazara cîhanî jî ji bo wan veke. Lewma ji aliyê hinardekirina berhemên çandiniyê bo derveyî welêt ve, vê yekê jî karî bandoreke mezin bike, ku ji aliyekî din ve gelek gelek girîng e ji bo dabînkirina ewlehiya xwarinê ji bo welêt, ku tu bikaribî pişta xwe bi berhemên xwe yên navxweyî ve girê bidî.
Di vî warî de me destkeftên gelekî mezin bi dest xistine, lê hê jî derfet û mecala pêşketineke gelekî zêdetir heye, bi taybetî ji aliyê zanistî ve ka em çawa bikaribin berhemê zêdetir bi kalîteyeke baştir berhem bînin.
Ji aliyê geştûguzariyê ve jî, li Kurdistanê cihên gelek gelek balkêş û xweşik hene û her cihekî Kurdistanê jî xwediyê xweşikiyeke xwe ya taybet e. Me hewl daye ku em girîngiyê bidin mijara geştûguzariyê jî. Hin rêkar hene ku divê hikûmet wan bigire ber xwe, di nav wan de wekî çêkirina rêûbanan, avakirina xizmetguzariyan û sektora bankî ku ji bo geştiyarên biyanî gelek gelek girîng e. Di vê yekê de jî divê ligel hikûmeta federal peywendiya me hebe, ji ber ku ev ne sektorek e ku tenê di destê me de be; lê me hewl daye bi her rêyekê ve hêsankariyê ji bo zêdebûna geştiyaran li Herêma Kurdistanê çêbikin.
Sûda geştiyariyê ji aliyekî ve ji bo peydakirina derfetên karî, nasandin û pêşkêşkirina xwezaya xweşik a Kurdistanê ji bo wan mêvan û xelkê ku serdana Herêma Kurdistanê dikin, têkelbûna çandî û têkelbûna biznis û bazirganiyê ligel hevdu, bi her rêyekê ve dê sûdeke wê ya gelekî mezin ji bo welatî hebe. Ji bo vê yekê jî me dest pê kiriye û projeyên me yên mezin jî hene; hin ji projeyan temam bûne, hin ketine karî, hin li ber temambûnê ne, ji bo hinan jî amadekarî hatine kirin, bi hêviya wê yekê ku di dahatûyê de em zêdetir kertê geştiyariyê jî pêş bixin.
Peydakirina derfetên karî ji bo ciwanan di wê derfetê de dê gelekî zêde be û bingeha ku hat danîn, piştre derfet dê zêde bibin û kesên din jî dê bên mîna wê di kertê taybet de tiştên hevşêwe çêbikin. Lewma peydakirina derfetan vekirina deriyekî gelekî mezintir e ji bo kertê taybet ku ew bi xwe bên pêş. Min dît ku gelek ji ciwanên me çav li hevdu dikin û dikarin hin ji wan karan bikin.
Xaleke din a ku ez dixwazim amajeyê pê bidim, ew jî alîkarîkirina hikûmetê ye ji bo pêşkêşkirina derfetan ji bo ciwanan. Projeyeke me heye, Projeya Geşanewe. Lewma hikûmet alîkariya ciwanî dike ji bo pêşxistina wî: eger biznisa wî hebe biznisa xwe mezintir bike, yan eger bîrokeyeke wî ya baş hebe ji bo avakirina biznisekê, ne tenê bi xwe belkî komek heval û kes û xelkê din jî bîne û wê biznisê birêve bibin. Projeyeke serkeftî bûye, ezmûneke serkeftî bûye, çendîn ciwan ji vê projeyê sûdmend bûne. Em ê berdewam bin. Eger alîkariya me bikin, bi taybetî ji aliyê budceyê ve ku şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê wekî xwe bigihîjinê, bawer bike Kurdistan dê di maweyeke gelekî nêzîk de pêşketineke gelekî mezin ji aliyê aborî û pêşketina aborî ve di welêt de bi xwe ve bibîne, înşalah.
Pêşkêşkar: Mijareke din jî ku bi min bi xwe gelekî girîng e û ez gelekî jê hez dikim, ew e ku niha li cîhanê bi sed hezaran û heta bi milyonan kurd jî li diyasporayê hene. Êdî hin hene ji bo xwendinê li wir in, hin hene ji bo karî li wir in, hin hene berê ji ber rewş û mercan çûne wir û niha li wir dimînin, malbatên wan û nifşên wan li wir hene û hwd. Di plan û ecendaya cenabê we de we heta çi radeyê cih ji bo kurdên diyasporayê vekiriye û gelo we hizir li wê yekê kiriye ku hûn erkî bispêrin wan û wan beşdar bikin?
Serokwezîr: Piraniya wê dimîne ser hestê berpirsiyariya wî ciwanî. Eger xwe ji welatê xwe, ji civaka xwe, ji dîroka xwe qut nekiribe, ew bi xwe hest bi wê berpirsiyariyê dike. Ne merc e ku bi awayekî fermî berpirsiyariyeke te hebe ji bo ku tu bikaribî xizmeta neteweya xwe bikî. Tu dikarî bi gotineke baş, bi avakirina peywendiyekê, bi serkeftinekê di her karekî de ku tu li wî welatî dikî, tu dikarî alîkariya welatê xwe bikî. Lewma berpirsiyariya takekesî ya wî kesî dê gelek gelek bandorê li ser çawaniya alîkarîkirina wî ji bo—em bêjin—welatê wî bi xwe bike. Lê wekî Hikûmeta Herêmê jî bernameya me hebûye, yek-du ezmûnên me yên wisa jî hebûne ku em daxwaz bikin ciwan ji derve vegerin, vegerin welêt û vir bibînin, têkelbûnek çêbibe; dibe ku kesekî di jiyana xwe de welatê xwe nedîtibe û dibe ku peywendiyeke wî ya manewî ya wisa tunebe, lewma hatin û veger û têkelbûna ligel civaka xwe, dîtin û yanî jiyîna di ezmûneke cuda de li welatê xwe dê bandorê li ser bike û em ê zêdetir kar li ser wê mijarê bikin, înşalah.
Pêşkêşkar: Mijareke din jî ew e ku her nifşekî nû tê ser sifreyeke hazir a ku nifşê berî wî ji bo wî raxistiye. Di mînaka me de jî li vir, nifşê cenabê we bû û ew berxwedan û xebata ku we kir, bûye sedema wê yekê ku nifşê min bi wan tiştan nizane û xweşbextane qet wan nebîne; lê ciwanên din ên wekî min ji niha ve hizir li wê yekê dikin ka dikarin ji bo dahatûyê, ji bo nifşê xwe yê dahatûyê, çi bikin û çi li pey xwe bihêlin. Ez hez dikim bizanim gelo tu pêşniyareke cenabê we heye li ser wê yekê ku bi we baş be nifşê me ji bo nifşên dahatûyê zêdetir bala xwe bide ser çi?
Serokwezîr: Jiyan di guhertinê de ye û ez hêvîdar im qet nifşê nû jiyana nifşê berê nejî, ji ber ku jiyaneke dijwar bû. Awarebûn û bindestî ne tiştek e ku kesek daxwaza wê bike. Înşalah wê nebînin, lê baş e jê fêr bibin. Yanî divê nifşê nû bizane ka ev destkeft çawa hatiye bidestxistin, çiqas zehmetî ji bo wê hatiye kişandin. Niha hin kes tên xweziya wê yekê dixwazin yan bi awayekî din propagandaya siyasî tê kirin; ev mixabin ji wê yekê çavkaniyê digire ku nizanin jiyana bindestiyê çawa ye, jiyana awaretiyê çawa ye, û nebûna azadiyê çiqasî mirovî dilteng dike, yanî jiyanê nexweş dike. Ez hêvîdar im qet nifşê nû vî cureyê jiyanê dubare neke û nebîne; lê ji bo dahatûyê, dûrbînî, cîhanbînî, têkelbûna ligel dinyayê, berêxwedana bo wê yekê ku roj bi roj ber bi pêştir ve biçe û serkeftîtir be, lê ji bîr jî neke ka em ji ku derê hatine, çi di destê me de ye û çi jî bi me tê kirin. Lewma divê xwedî boçûneke waqîî bin. Gelekî baş e ku em hez bikin gelek gelek pêş bikevin, lê divê gav bi gav be û ew gavên ku em davêjin jî divê gavên gelekî qayîm bin da ku em careke din venegerin paş.
Pêşkêşkar: Guhdarîkirina li mezinan û fêrbûna ji wan tiştekî xweşik û bihayekî gelek gelek kurdewarî ye; lê ez hez dikim îro bizanim ka gelo ji bo cenabê we berevajî wê yekê tu tiştek heye ku hûn ji ciwanan fêr bûbin?
Serokwezîr: Bêguman. Ew armanc û xwestekên bilind ên ku li cem ciwanan hene, ew daxwaza ku heye, ya niha gelek gelek berfirehtir e ji ya ku berê me hebû. Me berê digot xwezî tenê em ji awaretiyê vegerin, tenê welatekî me yê azad hebe, tenê em bikaribin bi serbilindî bijîn, me ti tiştê din navê. Şikir ji Xwedê re niha ev hemû tişt li cem we hene, lê hûn dixwazin gelekî ji wê zêdetir li cem we hebe, û ez destxweşiyê li we dikim û ez hêvîdar im înşalah hûn di gihiştina hemû armancên xwe de serkeftî bin. Gelek gelek spas.
Pêşkêşkar: Peyama te çi ye ji bo ciwanan bi giştî û Lûtkeya Cîhanî ya Ciwanan bi taybetî?
Serokwezîr: Ez daxwazê ji hemû ciwanên xoşewîst dikim: sînoran ji bo serkeftinên xwe daneynin, nebêjin bes e, heta hûn dikarin bi ser bikevin û ber bi pêş ve biçin. Ev wekî şîreta birayê we ye ji bo we.
Ez destxweşiyê li rêkxistina vê lûtkeyê dikim; bi rastî cihê şanaziyê ye û ez kêfxweş im ku niha ciwan ji çendîn welatên cîhanê hatine li vir ligel we beşdar in; bila têkelî çanda vir bibin, fêrî ezmûna Kurdistanê bibin, fêrî dîroka me bibin. Ez hêvîdar im her yek ji wan birêzan bibe balyozek ji bo gihandina peyama neteweya me, ku em daxwaza wekheviyê dikin, daxwaza aştî û seqamgiriyê ne tenê ji bo herêma xwe û derdora xwe, belkî ji bo hemû cîhanê dikin.
Ez daxwaza serkeftinê ji we re dixwazim û ez hêvîdar im hûn berdewam bin di sazkirin û dubarekirina vê lûtkeyê de.