Sine bo Herêma Kurdistanê: Başûr tenê nîne û Sine piştevana we ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Welatiyên şêniyên bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê sibe ji bo piştevaniya qewareya Herêma Kurdistanê tên ser cadeyan û bangewaziyek belav kiriye û radigihînin: "Başûr bi tenê nîne, Sine piştevanî wê ye; yekgirtina me sînoran nas nake".

Welatiyên Rojhilatê Kurdistanê ji bajarê Sineyê êvara îro Çarşem, 25ê Mijdara 2026ê, bangewaziyek ji bo kombûn û diyarkirina nerazîbûnê li dijî biryarên Hikûmeta Îraqê li hember qewareya Herêma Kurdistanê belav kiriye. 

Welatiyên Rojhilatê Kurdistanê di peyama xwe de ragihandiye: "Li hember gef û êrîşên nerewa yên dagirkerê yên Îraqê li ser Herêma Kurdistanê, xelkê bajarê Sineyê tên ser cadeyan daku dengê yekgirtin û piştevaniya xwe ligel xelkê deverên din ên Kurdistanê bigihînin cîhanê".

Her di wê bangewaziyê de hatiye: "Ev kombûn ragihandina piştevaniyê ji bo ewlehî, azadî û mana qewareya Herêma Kurdistanê ye".

Her di wê bangewaziyê de hatiye ku sibe Pêncşemê, seet 4:00 ê êvarê li ser cadeya Firdewsê ya bajarê Sineyê xwenîşandan bi dirûşma "Başûr bi tenê nîne, Sine piştevana wê ye; yekgirtina me sînoran nas nake", bi rê ve diçe.

Xwenîşandana Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê ligel wan xwenîşandanên cemawerî yên ku sibe li Hewlêr û Rojavayê Kurdistanê bi rê ve diçe hevdem e.