Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê nakeve bin barê biryarên nedestûrî û sepandina îradeya ti kes û aliyekî

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî ragihand ku li navendên biryarê yên Îraqê tevger û kempeyneke têkderane li dijî Herêma Kurdistanê heye, û tekez li ser wê yekê jî kir ku Herêma Kurdistanê nakeve bin barê biryarên nedestûrî û biryarên yekalî pirsgirêkan çareser nakin; herwisa piştrast jî kir ku bi rêya qanûnî û destûrî dê ji bo rûbirûbûna gendelî û qaçaxçîtiyê hevkariya Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî bikin.

Serok Mesûd Barzanî îro Sêşem, 24ê Mijdara 2026ê, li ser biryarên hikûmeta federal li hember Herêma Kurdistanê peyamek belav kir û amaje da ku ev demeke li navendên biryarê yên Îraqî tevger û helçûneke neasayî li dijî Herêma Kurdistanê tê dîtin, ku xwe di bizava ji bo binpêkirina bingehên federalîzm û Destûra Îraqê û piştguhxistina mafên gelê Kurdistanê û berçavkirina biryar û fikrên netendurist û serkeşane de dibîne.

Serok Barzanî herwisa got: “Hemî alî wê yekê baş dizanin ku gelê Kurdistanê xebateke dûrûdirêj ji bo dabînkirina mafên xwe hebûye û di wê rêyê de karesatên mezin bi ser de hatine anîn her ji Enfal û kîmyabaranê bigire heta têkdana bi hezaran gundan û derxistina bi darê zorê û guhertina demografiya deverên Kurdnişîn û bi dehan tawanên din ên mezin ku li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin, lê gelê Kurdistanê îradeya xwe ji dest neda û bi xwîn û qurbanîdana xwe li dijî hemî rengên zilmê rawestiya.

Di peyama Serok Barzanî de hatiye ku Herêma Kurdistanê di sala 2003ê de roleka serekî di nemana rejîmê û bidawîanîna dîktatoriyê de hebû û herwiha roleka bilind di avakirina Îraqa nû û danan destûrê de jî hebû, destûrek ku di bin siya wê de hemî Îraqî vehesin û nehametî û înkarkirin bi dawî bê. Ew rol jî bi biryara Parlamentoya Kurdistanê bû, ku rê da hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê tevlî nemana rejîmê û avakirina Îraqa nû bibin. Me hemîyan wisa dizanî ku di Destûra Îraqê de erk û mafên hemî aliyan cîgir bûne û desthilatdarên Îraqê rêzê li destûr û îradeya gel digirin, lê mixabin destûr nehat bicihanîn û roj li pey rojê dest bi dijatîkirina maf û destkeftiyên gelê Kurdistanê û binpêkirina prensîpên hevparî, hevsengî û hevdengiyê hat kirin, ku ew prensîp di hemî serdemekê de kilîla rizgarkirina Îraqê ji qeyranan û gihîştina pêşkeftin û asûdeyiyê ye ji bo hemî Îraqiyan.

Serok Barzanî herwisa ragihandiye ku li ser hikûmeta nû ya Îraqê, me her ji destpêkê ve piştgiriya xwe ji bo Serokwezîr Elî Zeydî di çareserkirina pirsgirêkan de ragihand û em di rûbirûbûna gendeliyê de piştevan bûn û me bi kiryar ew yek kiriye. Niha jî ku kempeyneke têkderane û zalimane li dijî Herêma Kurdistanê heye û rojane tometên nerawa li dijî Herêma Kurdistanê tên belavkirin. Em di wê baweriyê de ne ku çareserkirina pirsgirêkan bi kempeyna nedurist, tometên bêbingeh û biryara yekalî nayê kirin. Em çawa di jinavbirina gendeliyê de hevkarên Serokwezîrê Îraqê bûn, wisa jî dê di rêgirtina li karên neqanûnî û diyardeya qaçaxçîtiyê de hevkar bin, lê bi rêya qanûnî û destûrî.

Serok Baranî amaje jî daye ku pêdivî ye em hemî alî dest bi bingehên destûrê ve bigirin û di wî welatê ku ji bo rizgarbûna ji dîktatoriyê û gihîştina azadiyê renceke mezin dîtiye, divê aqil hakim be û ti kes pişta xwe bi mîzac, zanyarên şaş û biryarên nedurist û malwêranker girê nede.

Serok Barzanî tekez jî kiriye: “Herêma Kurdistana Îraqê di encama xebat û qurbanîdana sedsalî ya gelê Kurdistanê û bi xwîna bi sedan hezar şehîdan hatiye holê û xwediyê mafê xwe yê rewa ye. Herêma Kurdistanê nakeve bin barê biryarên nedestûrî û sepandina îradeya ti kes û aliyekî.”