Rojava bo Herêma Kurdistanê: “Yek e, yek e, gelê Kurd yek e”

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi alaya Kurdistanê û bi gotina dirûşmên “Gelê Kurd yek e” û “Bijî Kurdistan”, welatî û ciwanên bajarê Qamişloyê li Rojavayê Kurdistanê rijiyan ser cadeyan, ji bo diyarkirina piştgiriya xwe ji bo Herêma Kurdistanê, herwisa biryar e ku xwenîşandanên piştgiriyê sibe li Qamişlo û Hesekê û roja înê jî li Kobaniyê berdewam bin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Qamişloyê Ekrem Salih îro Çarşem, 25ê Mijdara 2026ê, got ku xelkê Qamişloyê li ser cadeyan kom bûne û bi bilindkirina alaya Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo Herêma Kurdistanê li hember pêşhatên van demên dawiyê yên Îraqê diyar dikin.

Ekrem Salih amaje jî da: “Xwenîşandana îşev bi awayekî xwezayî bi rê ve çûye û biryar e sibe jî ji seet 2:00 ê piştî nîvroyê heta 7:00 ê êvarê, bi tevlîbûna partiyên siyasî, çalakvanên civaka sivîl û rojnamevanan xwenîşandaneke berfirehtir li Qamişloyê û bajarên din bê lidarxistin.”

Tevlîbûyîyên vê xwenîşandanê di keşûhewayeke tijî coş û kelecanî de dirûşmên berxwedana Kurdistanê, “yek e, yek e, gelê Kurd yek e” û “Her bijî Kurdistan” digotin.

Yek ji ciwanên ku tevlî vê xwenîşandanê bûyî bi alaya Kurdistanê ve ji Kurdistan24ê re got: “Peyama me ji bo Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî ew e ku em hemî li pişt wan in; eger tenê sînoran vekin, em wekî ciwanên Rojava hemî amade ne ku derbaz bibin.” Herwisa keçeke ciwan a tevlîbûyî jî ji Kurdistan24ê re ragihand ku ew ji bo Herêma Kurdistanê amadeyî qurbanîdanê ne.

Yekî din ji ciwanên din ên tevlîbûyî jî got: "Peyama me ji bo Serok Barzanî ew e ku em hemî li pişt wî ne; em ciwanên Rojava amade ne û tenê sînor vekin da ku em ji bo parastina Herêma Kurdistanê bên." 

Ciwanekî din jî, ku ev du rojan bûn ji Başûrê Kurdistanê vegeriyabû, amaje da: "Her çend em bikin, em nikarin deynê Herêma Kurdistanê bidin, ku ji bo dema 15 salan piştgiriya me kiriye, lewma her tiştek biqewime em amade ne û em dê li kêleka wan radiwestin heta Kurdistan bi ser keve."

Ji aliyekî din ve jî, jinên tevlîbûyî roleke berçav di xwenîşandanê de hebû; xanimekê ragihand: "Em dixwazin Kurd yek bin û kes nikaribe cudahiyê bixe navbera me; heta dawî dilopa xwînê di laşê me de bimîne, em dê li pişt Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî bin." Xanimeke din jî her bi wî awayî got: "Serok Barzanî qet xemsarî ji bo me nekiriye, ruhê me fîdayî wî be û eger pêdivî bike, em jî dê çekan hilgirin û li kêleka Başûrê Kurdistanê rawestin."

Dayikeke biemir a teblîbûyîya xwenîşandanê jî bi hesteke tijî soz ve ji Kurdistan24ê re ragihand: "Em gelek bi vê rewşê êşê dikişînin û heta roja dawiyê em pişta xwe nadin birayên xwe yên Kurd. Nabe wiha bê hizirkirin ku Başûr bi tenê ye û Rojava bi tenê ye; em hemî yek in. Du kurên min li vê derê hene û ez dê her duyan bişînim Herêma Kurdistanê û bi piştrastî ve kes nikare me ji hev cuda bike."

Pareka din ji xwenîşanderan tekez li ser girîngiya yekrêziya navmala Kurdan li her çar perçeyên Kurdistanê kir. Ciwanekî di daxuyaniya xwe de got: "Peyama me tenê ji bo perçeyekî nîne, her çar perçeyên Kurdistanê yek in; xwîna me yek e, ziman û mafê me yek e. Eger îro em pişta hev negirin, yek bi yek dê me bikin armanc. Wekî Cegerxwîn gotiye û şehîdên Kurdistanê nîşan daye, divê Kurd dest bixin nav destê hev û duberekî û berjewendiyên partiyan û kursiyan bidin aliyekî, ji ber ku yekrêziya gelê Kurd pêdiviya serekî ya îro ye."

Welatiyekî din jî got: "Heta em di jiyanê de bin, em qebûl nakin êrîşî ser Herêma Kurdistanê bê kirin û gef li gelê me li Başûrê Kurdistanê bê xwarin."

Ligel berdewamiya vê tevgera cemawerî ji bo piştgirîkirina Herêma Kurdistanê, cih û dema xwenîşandanên nû li bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê bi vî awayî hatine ragihandin:

- Qamişlo: Sibe, seet 7:00 ê êvarê li Filka Rojavayê.

- Heseke: Sibe, seet 7:00 ê êvarê li Filka Hemameyê.

- Kobanî: Dusibe, seet 12:00 ê nîvro li Filka Hemameyê – bi rex garajê ve.