Hejmara nû ya kovara Bîrnebûn derket
Kovara ku 3 mehan carek derdikeve di vê hejmara xwe de jî cih daye gotar, çîrok, helbest û hin cûreyên din.

Navenda Nûçeyan (K24) - Hejmara Bîrnebûnê ya 84an derket. Kovara ku 3 mehan carek derdikeve di vê hejmara xwe de jî cih daye gotar, çîrok, helbest û hin cûreyên din.
Kovar di sala 1997an de li Almanyayê dest bi weşana xwe kiriye û 23 sal in weşana xwe berdewam dike.
Di kovarê de li ser çand, huner û dîroka Kurdên Anatoliya Navîn de gelek rapor, nivîs, hevpeyvîn, çîrok, gotar û helbest hatin weşandin.
Kovar bi piştgiriya Weşanxaneya APECê ya li Swedê tê weşandin.
Naveroka vê hejmarê ya kovarê wiha ye:
Ji bîrnebûnê, Alî Çîftçî
Şeva Mekteba Şemîyê li Stockholmê, Hayrettin Guven
Kilamên me, Kanîya jêrî; Mem Xelîkan
Cîhanbeylî û êşa 52 rojan – 3, Muzaffer Ozgur
Bisk û gulî, Mehtap Îdelî
Qerfo / Quto, Seyfî Dogan
Bi dayika min Zêza Zewê Silê Atê va li ser biwêjan, Wehîde Memkê Hesê Mihe
Bênav, Xizan Şîlan
Fata Usê Altun Başaran
Koçberî û dengbêjî, Memduh Selîm
Helbest, Seyfî Doğan
Xwe şaş neke, Asya Xerzan
Dengê dayîka min – I, Hayrettîn Guven
Begê Rewandûzê, Jordan
Talde, Bêrîvan Xizêmzêr
Evînek li min peyda bû, Mûlla Evîndar
Ludîngîrr, Seyfî Doğan
Em gîşt qiral in, Oscar Wilde, Wergera ji almanî: Nuh Ateş
Darkêşê taxa Tokiyê, Amed Tîgrîs & Rojîn Zarg Tîgrîs
Malê dizan nabe, Mem Xelîkan
Di çêkirina bîra kolektîf a kurdên Anatolîya Navîn da rola kovara Bîrnebûnê, Seygî Erdem
Memoyê Hecî, Emrah Altun