Dara Xêvik a Gilyasê bi Kurdî hat çapkirin
Helbestên ku di vê berhemê de cih digirin ji hêla nivîskarê navdar Mehmed Uzun û wergêr Memê Mala Hine ve bo Kurdî hatine wergerandin.

Hewlêr (K24) - Dîwana helbestan a Ali Biçer a bi navê "Dara Xêvik a Gilyasê" ji hêla Weşanxaneya Nas ve hate çapkirin.
Heta niha pênc pirtûkên helbestan ên bi zimanê tirkî yên Ali Biçer hatibûn weşandin, pirtûka "Dara Xêvik a Gilyasê" jî ji helbestên wî yên berê pêk tê û helbestên ku di vê berhemê de cih digirin ji hêla nivîskarê navdar Mehmed Uzun û wergêr Memê Mala Hine ve bo Kurdî hatine wergerandin.
Helbestên ku Mehmed Uzun wergerandine Kurdî di salên 1990î de di kovara Nûdemê de hatine belavkirin. Helbestên din ên vê berhemê jî ji hêla Memê Mala Hine ve hatine wergerandin.
Ali Biçer ku ji Kurdên Yozgatê ye û di sala 1960an de hatiyê dinê, di sala 1981an de ji ber xebatên xwe yên siyasî û Kurdewar hatiye girtin û 15 salan di girtîgehê de maye. Helbestvanê Kurd piştî ku ji girtîgehê derdikeve li Swîsreyê bi cih dibe û li wir li ser sînema û gastronomiyê perwerde dibe. Wî ji bilî pirtûkên helbestan, pirtûkên çîrok û xwarinê yên bi zimanê almanî nivîsandine, derhêneriya çend kurtefîlm û belgefîlman kiriye.
Pirtûkên Ali Biçer ev in:
Kulîlkên Newrozê, helbest (tirkî), 1990
Vegotina Gulê, helbest (tirkî), 1993
Bawerî, Evîn û Xewn, helbest (tirkî), 1995
Dîroka Kurt a Evînê, helbest (tirkî), 1998
Îro Nikarim Bê Te Bim, helbest (tirkî), 2007
Dehfik, çîrok (almanî), 1997
Afirandina Zimanekî - Mehmed Uzun, Hevpeyvîn
Ali Baba Fingerfood, pirtûka xwarinan (almanî), 2010
Die Heimat, die Freiheit und andere Marchen, çîrok (almanî), 2013
Orientalisch Vegan und Vegetarisch, pirtûka xwarinan (almanî), 2019
Berhemên wî yên sînemayî:
Evîna Fûtbolê (kurtefîlm), 2007
Du Derî, (kurtefîlm), 2008
Çemek, Du Qerax, (kurtefîlm), 2008
Şahiya Di Berfê De, (kurtefîlm), 2010
Dawet, (kurtefîlm), 2010
Swîsre Girtîgehek e, (belgefîlm), 2010
Berhemên wî yên şanoyî:
Raz (Li Swîsreyê hate pêşandan)
Jina Nûh