Li Kobaniyê 4 karker li kana keviran canê xwe ji dest dan

Li Kobaniyê di encama teqînekê de 4 karkeran canê xwe ji dest dan. Hejmarek jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Kobaniyê di encama teqînekê de 4 karkeran canê xwe ji dest dan. Hejmarek jî birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê li Kobaniyê da zanîn, li kana keviran a li gundê Hemdon, ji ber şaşîtiyeke teknîkî teqînek çêbû. Di teqînê de 4 karkerên kanê canê xwe ji dest dan. Hejmarek karker jî birîndar bûn.

Peyamêrê me diyar kir, birîndar ji bo nexweşxaneyê hatin veguhastin. Birînên hinan giran e.

Amaje bi wê da, li kanên keviran ji bo hilkirina keviran, car caran li kan kevir tên teqandin. Lê vê carê ji ber şaşîtiyeke teknînkî, ev bûyer çêbû.