Parêzgarê Besrayê: Serdana Mesrûr Barzanî ya bo Bexdayê dê nakokiyan nehêle
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Besrayê Esed Îdanî ragihand: Serkirdayetiya siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) stûneke sereke ya proseyê siyasî yê Iraqê ye û roleke wê ya bingehîn di nêzîkkirina aliyan de heye.
Parêzgarê Besrayê Esed Îdanî îro 24ê Gulanê ji ji Kurdistan24ê re got: Serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya bo Bexdayê, dê bibe sedema jinavbirina nakokiyan û wê bibe bingehê çareserkirina kêşeyên Hewlêr û Bexdayê.
Îdanî destnîşan kir, di civîna xwe ya li gel Mesrûr Barzanî de, wan behsa hejmarek mijarên giring û stratejîk kiriye.
Parêzgarê Besrayê bal kişand ser projeya "Rêya Geşepêdanê" û got ku divê ev proje bibe xizmeta hemû welatiyên Iraqê.
Herwiha Îdanî got: "Divê bajarên din ên Iraqê sûdê ji ezmûnên Herêma Kurdistanê werbigirin."
Tê nûkirin..