Egera peymana Washington û Tehranê nirxê petrolê daxist
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber geşbîniya derbarê nêzîkbûna Washington û Tehranê ji bo gihiştina peymanekê, nirxên petrolê di bazarên cîhanî de daketin asta herî nizm a du heftiyên dawî, tevî ku hinek nakokî li ser Tengava Hurmizê hêj berdewam in.
Îro 25ê Gulanê, nirxê petrola xav a Brent û ya Teksasê (WTI) bi rêjeya nêzîkî %5 daket. Nirxê bermîlek petrola Brent gihîşt 99.41 dolaran û petrola Teksasê jî daket 92.49 dolaran.
Ev geşbîniya siyasî bandoreke erênî li bazarên borsayê kir. Borsaya Tokyoyê zêdetirî %3 bilind bû. Herçend bazarên Hong Kong û Seulê girtî bûn jî, borsayên Şanghay, Taypê, Manîla, Bangkok, Jakarta, Sîngapûr, Sydney û Wellingtonê ber bi bilindbûnê ve çûn. Tenê borsaya Kuala Lumpurê %0.1 daket.
Tevî nîşanên erênî, Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê leza gihiştina peymanê de hişyarî da û ragihand: "Ji bo gihiştina peymanê lezê nekin."
Hêj hinek mijarên sereke wekî asteng mane, ji wan:
- Çarenivîsa depoyên uranyuma pîtandî ya Îranê.
- Mijara azadkirina pereyên Îranê yên blokekirî.
- Beşdarbûna Libnanê di peymanê de.
- Ewlehiya trafîka deryayî li Tengava Hurmizê.
Şirovekarên aborî pêşbînî dikin ku asayîbûna trafîka petrolê li Tengava Hurmizê, dibe ku çend mehan bikêşe. Di heman demê de, veberhêner bi baldarî çavdêriya daneyên "Xerckirina Kesane" (PCE) û daxuyaniyên Serokê nû yê Banka Navendî ya Amerîkayê (FED) Kevin Warsh dikin, ku biryar e vê heftiyê bêne aşkerekirin.