Girtiyên Iranê wê veguhezin welatê xwe

86 girtiyên Iranê wê werin veguheztin ku 4 ji wan jinin û 1 di bin jiyê 18e salî de ye.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Karûbarên Civakî li Herêma Kurdistanê û balyozê Iran li Hewlêr belgeya lihevguhertina girtiyên her du welatan imzekirin.

Di konferansekî de Wezîrê Kaûbarên Civakî Mihmed Hawdiyanî ragehand ku di demeke diyarkirî de wê dest bi veguheztina girtiyên li Herêma Kurdistanê bo Iranê were kirin û heyama sizayên xwe li zîndanên Iranê de bi dawî bînin.

Hawdiyanî eşkerekir jî ku li gorî daxwaza wan dê 86 girtiyên Iranê wê werin veguheztin ku 4 ji wan jinin û 1 di bin jiyê 18e salî de ye.

Ji aliyê xwe ve balyozê Iranê li Herêma Kurdistanê Mûteza Huseynî ragehand ku ew di gel Herêma Kurdistanê rêkeftine girtiyên xwe bo Iranê vegerînin û li Iranê sizayên xwe bi dawî bînin ev jî xizmeteke mezine bû malbatên wan girtiyan li gorî axiftina wezîr.

Derbarê girtiyên Hermê li Iranê û vegera wan Wezîrê Karûbarên Civakî dazanîn ku li gorî rêkeftina wan her sizadayekî xelkê Herêma Kurdistanê li Iranê wê li ser daxwaza me werin veguheztin bo Herêma Kurdistanê û heta neha tenê navê 6 kesan di destê wezareta Karûbarên Civakî de ye,

Li gorî amarên Wezareta Karûbarên Civakî 159 sizadayên Iranê li çaksaziyên Herêma Kurdistanê hene ku 86 ji wan daxwaz kirne veguhezin welatê xwe.