Wezareta Kar rêkarên destebariya civakî bo rojnamevanan radigihîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar li ser rêkarên dabînkirina maf û destebariya civakî (sîgorte) ya rojnamevanan dike û aşkere dike ku di civîna bê ya Encûmena Kargêriyê de, dê mekanîzmaya pabendkirina dezgehên ragihandinê û awayê hejmartina salên xizmeta borî bê diyarkirin.

Wezîra Kar û Karûbarên Civakî Kiwêstan Mihemed îro 19ê Cotmehê di kongreyeke rojnamevanî de bal kişand ser mijara destebariya civakî ya rojnamevanan û ragihand: “Ew rojnamevanên ku di heman demê de karmendên hikûmetê ne, ev biryara destebariya civakî wan li xwe nagire; ji ber ku ji xwe jêbirina xanenişîniyê ji mûçeyê wan ê fermanberiyê tê kirin.

Kiwêstan Mihemed da zanîn, ji bo vî karî di bin serokatiya Birîkarê Wezaretê û bi endametiya rêveberên giştî, encûmeneke kargêriyê hatiye avakirin û mehane dicive. Erkê vê encûmenê ew e ku komek rêkar û rênimayan deyne, da ku hemû dezgehên ragihandinê pabendî destebarkirina karmend û rojnamevanên xwe bibin.

Derbarê çarenûsa wan rojnamevanên ku salên dirêj e di dezgehên medyayê de kar dikin, lê heta niha nehatine destebarkirin, Wezîra Kar da xuyakirin ku ev pirs jî dê di çarçoveya rêkarên nû de bê yekalîkirin û biryar li ser bê dayîn ka gelo dê salên wan ên xizmeta berê bên hejmartin an na.

Di dawiya axaftina xwe de, Kiwêstan Mihemed aşkere kir, di yekem civîna Encûmena Kargêriyê de tevahiya rênima û rêkarên nû tên pesendkirin û dê bi awayekî fermî ji bo raya giştî, rojnamevan û tevahiya saziyên medyayê bên ragihandin.