Rêbaz Hemlan wek Wezîrê Avedankirin û Niştecîhkirinê yê Iraqê dest bi kar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêbaz Hemlan di merasîmeke fermî de, erkê Wezîrê Avedankirin û Niştecîhkirinê yê Hikûmeta Federal a Iraqê wergirt û bi fermî dest bi kar bû.

Rêbaz Hemlan, ku berbijarê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû, biryar e sibe sêşemê 19ê Cotmehê, yekem civîna xwe ya fermî li avahiya wezaretê pêk bîne. Herwiha di çarçoveya destpêkirina xebatên xwe de, roja şemiya bê dê wek Wezîrê nû yê Avedankirin û Niştecîhkirinê tevlî civîna asayî ya Encûmena Wezîran a Iraqê bibe.

Roja 15ê vê mehê, Parlamentoya Iraqê bi amadebûna 261 parlamenteran civîneke taybet ji bo temamkirina kabîneya wezîran saz kir. Di civînê de deng li ser namzedan hat dayîn û parlamentoyê bawerî da 11 wezîrên nû û sê cîgirên serokwezîr; bi vî awayî wezaretên vala û nûhatîhatin diyarkirin.

Piştî hilbijartina xwe bo vê postê, Rêbaz Hemlan di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Şîret û rênimayiya Serok Barzanî ji bo me her dem ew bûye ku em xizmeta tevahiya gelê Iraqê bikin.”

Hemlan herwiha tekez kir ku ew ê li Bexdayê û di nava Encûmena Wezîran a Federal de, bibe parêzvanekî bihêz ê mafên rewa yên xelkê Kurdistanê.

Rêbaz Hemlan di sala 1981ê de ji dayik bûye û di warê kargêrî û siyasî de xwedî ezmûneke berbiçav e. Ew beriya niha wek Wezîrê Darayî û Aboriyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê yê Karûbarên Darayî kar kiriye.

Di qonaxên cuda de, endamê Encûmena Petrol û Gazê û Emîndarê Encumena Bilind a Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê bûye. Herwiha di dîroka kariyera xwe de, Rêbaz Hemlan wek Birîkarê Wezareta Darayî ya Iraqê, Wezîrê Çandiniyê bi wekalet û di çendîn postên din ên payebilind ên biwekalet de cih girtiye.