Danûstandinên grpûa 5+1 û Îranê hatin dirêjkirin

pêşbîniya gehişyina bi rêkeftinê bêhtir ket rojevê.

K24-Navenda Nûçeyan

Berpirsa Siyaseta Derva ya YEyê ragehand ku, ew dê danûstandinên xwe yên li gel Îranê derbarê pirsa programa wê ya atomî de, 2 rojên din dirêj bikin.

Nûnerên grûpa 5+1 û hikûmeta Îranî diyakirin ku, piştî ku danûstandin li ser asta wezîrên derve destpêkirin, pêşbîniya gehişyina bi rêkeftinê bêhtir ket rojevê.

Berpirsa Siyseta Derve li Yekîtiya Ewropayê (YE) Federca Mogherini, ku serpereştiya danûstandinên ligel Îranê dike, da zanîn  ku wê danûstandinên ligel Îranê berdewam bin, lê ew yek nayê wateya dirêjkirina dema diyarkirî bo civîna dawiyê.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry daxwaz kiribû ku îro, 8ê Tîrmehê, danûstandinên ligel Îranê gehiştiba rêkeftinekê, da ku ew wê rêkeftinê pêşkeşî Kongressê (di civîna sibe Pênşemê de) kiriba.

Rojnameyên Iranê  jî radgehînin ku hemû aliyên danûstandinê li ser xalên sereke rêkeftine lê  tenê çend xalên helawestî mane ji wan jî sînorên lîkolînên atomî.