Rûhanî serdana Îtalyayê dike

Tehran û Roma bo pêşxistina peywedniyan amade ne

K24- Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Îtalyayê vexwendineke fermî radestî Serokomarê Îranê kir, da ku seradan Romayê bike.

Îro, 5ê Tebaxê, Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Îtalyayê, Paulo Jantelaun û şanda ligel kir, di civînê de navborî vexwendineke fermî ji serokwezîrê welatê xwe gehande Rûhanî kir.

Di civînê de Rûhanî tekez li ser dîrok û pêgeha peywendiyên Tehran û Romayê kir û got ku, rewş gunca ye bo geşekirina wan peywendiyan.

Ji aliyê xwe ve, Paulo Jantelaun hêvî xwest ku serdana Rûhanî ya ji bo Romayê di nêzîktirîn dem de pêk were, herwiha amaje kir ku, deriyê welatî wî bo Îranê vekirî ne.