Îran: Tenê gelê Sûriyê çarenivîsa Esed diyar dike
Îran dibêje ku paşeroja Serokê Sûriyê “Hêla sor e” û nabe ti kes ji bilî gelê Sûriyê çarenivîsa wî diyar bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Îran dibêje ku paşeroja Serokê Sûriyê “Hêla sor e” û nabe ti kes ji bilî gelê Sûriyê çarenivîsa wî diyar bike.
Mezintirîn şêwirmendê Rêberê Îranê, Elî Ekber Wîlayetî îro, 6ê Kanûnê, ragehand ku, tenê gelê Sûriyê dikare çarenivîsa Serokê Sûriyê Beşar Esed diyar bike, herwiha got jî ku, paşeroja Esed “Hêla sor e”.
Ajansa “IRNA” ya Îranî li ser zarê Wîlayetî ragehand ku, gelê Sûriyê Esed hilbijartiye, ti kesî din derveyî sînorê wî welatî nikare li şûna gelê Sûriyê ve serokekî din hilbijêre.
Wîlateyî derbarê xistina firokeya Rûsî ji aliyê Arttêşa Tirkiyê de got, gurkirina nakokiyan ti sûdê li herêmê nake, herwiha got jî ku erkê wan ew e ku hêminiyê vegerînin di navbera her du welatan de.
Biryar e 08-10ê Kanûnê kongreya yekgirtina opozîsona Sûriyê li paytexta Erebistana Siûdiyê, Riyadê, birêve biçe.