Pirtûka “Analîza Devoka Kobanîyî” ya Raman Ehmed derket

Pirtûka nivîskar Raman Ehmed a bi navê "Analîza Devoka Kobanîyî - Fonolojî û Morfolojî" ji weşanxaneya AVA'yê derket.
Pirtûka Analîza Devoka Kobanîyî
Pirtûka Analîza Devoka Kobanîyî

Navenda Nûçeyan (K24) – Pirtûka nivîskar Raman Ehmed a bi navê "Analîza Devoka Kobanîyî - Fonolojî û Morfolojî" ji weşanxaneya AVA'yê derket.

Raman Ehmed ku bi xwe xelkê herêma Kobaniyê ye, di Pirtûka “Analîza Devoka Kobanîyî” de, mijarên zimannasî, devoknasiyê û Kurmanciya herêma Kobaniyê analîz dike.

Di wê derbarê de nivîskar Raman Ehmed dibêje: “Piştî kedeke mezin ji xwepêmijûlkirina bi mijarên zimannasî û devoknasîyê, ez vê xebatê pêşkêşî we dikim.”

Herwiha gotiye: “Ev berhem, yekemîn berhema devoknasîyê ye ku tê da analîza kurmancîya herêma Kobanîyê tê kirin. Ez di vê xebata xwe da devokê bi şêweyekî zanistî û li gorî hêmanên zimannasîyê didim nasîn. Di hûrgilîyên berhemê da ez Fonolojî û Morfolojîyê wek girsemijar didim pêş.

Nivîskar û lêkolîner Raman Ehmed diyar dike: “Ev berhem ji korpuseke wiha zengîn û hemaheng pêk tê, ku dihêle mirov bi zelalî bi girîngîya vê xebatê hest bike. Tiştê ku vê berhemê bêhemta û dewlemendtir dike ew e, ku ferhengokek û qeftek ji çîrokên herêmê wek pêvek û palpişt tê da tên dîtin.”

Raman Ehmed niha li Almanyayê dimîne, çend sal in xebatê di warê ziman û rêzimana kurdî de dike û di dema dawî de zincîreyek waneyên zimanê kurdî bi riya “online” pêşkêş dikir.