Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî: Em rê nadin axa Iraqê bibe qada êrîşkirina ser cîranan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê di peywendiyeke telefonî de rewşa ewlehiyê ya herêmê gotûbêj kirin. Her du aliyan tekez kir ku nabe Iraq bibe qada milmilanêyan yan jî axa wê li dijî cîranan were bikaranîn.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî ragihand, Sûdanî îro 6ê Adarê peywendiyeke telefonî ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî encam daye. Di peywendiyê de geşedanên herî dawî yên serbazî li Rojhilata Navîn û bandora van operasyonan li ser Iraqê hatin nirxandin.

Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî bi tundî li hemberî her cure êrîş û destdirêjiyên ku li dijî bajarên Iraqê û Herêma Kurdistanê tên kirin, sekinîn. Her du aliyan tekez kir ku ew bi ti awayî rê nadin axa Iraqê wekî bingehekê ji bo êrîşkirina ser welatên cîran were bikaranîn û divê hemû gav ber bi xurtkirina aramiya welat ve bin.

Hat destnîşankirin ku qonaxa niha û astengiyên li pêşiya welat, hevahengiyeke xurt dixwazin. Sûdanî û Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji hemû hêzên niştimanî kirin ku gotar û helwesta xwe yek bixin, da ku serweriya welat were parastin û asayîşa niştimanî ya Iraqê were xurtkirin.