Trump: Em ê Îraneke ya ji berê baştir û bihêztir ava bikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, ti rêkeftineke din ligel Îranê nayê kirin û divê Tehran bi awayekî "bêşert û merc" xwe rast bike. Trump her wiha soza avakirina "Îraneke Mezin" da.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro 6ê Adarê li ser hesabê xwe yê tora civakî "Truth Social" peyameke tund arasteyî desthilatdarên Tehranê kir. Trump aşkere kir, "Ti rêkeftin ligel Îranê nîne û nabe", lê tenê "xweradestkirina bêmerc" wekî bijardeyekê li pêşiya wan e.
Trump di peyama xwe de behsa qonaxa piştî xweradestkirina Îranê kir û nêrîna xwe ya ji bo paşeroja wî welatî wiha anî ziman: "Piştî destnîşankirina serkirdeyekî mezin û pesendkirî, em û gelek ji hevalbend û hevparên me yên wêrek û hêja, em ê bi awayekî bêwestan kar bikin da ku Îranê ji lûtkeya wêranbûnê vegerînin."
Serokê Amerîkayê soz da ku di warê aborî de Îranê ji ya berê mezintir, baştir û bihêztir ava bike û ragiahnd: "Îran dê bibe xwedî paşerojeke mezin."