Welatiyên Şirnexê ji şer û qedexeyan bêzar bûne

Şer û aloziyên li Bakurê Kurdistanê, her ku diçe rûdanên xetertir bi xwe re tînin. Di encama wan şer û aloziyan de, bi sedan kesan heta niha canê xwe jidest dane, dîrok û şeristaniyên li navçe û bajaran tên wêran kirin.

K24 – Şirnex

Şer û aloziyên li Bakurê Kurdistanê, her ku diçe rûdanên xetertir bi xwe re tînin. Di encama wan şer û aloziyan de, bi sedan kesan heta niha canê xwe jidest dane, dîrok û şeristaniyên li navçe û bajaran tên wêran kirin û trajediyên cudareng yên mirovî derdikebin holê. Ruyê şer hemû rêbazên çareserî û diyalogê jî bêdeng dike.

Ev dîmenên Şirnexê ne, li bajêr wek fermî rewşa awarte jî nehatiye ragihandin, tu qedexeyekî jî, lê pêkhateyên ku li hewîrdorî Şirnexê peyda bûne, derûniya xwe dane bajêr û metirsiya ku heman tişt li wir jî pêk were zêde ye.

Li Taxa Dîcleyê ya bajêr jî, li aliyekî, çalakvanên Yekîniyên Parastina Sivîl YPSê çeper veda ne, li aliyê din jî di avahiyên wek dibîstan û binayên saziyên fermî de hêzên ewlehiya dewleta Tirk bicîh bûne. Li pişt çeperan nişteciyên taxê û endamên YPSê ketine nav hev, li aliyê din polîs û leşkerên dewleta Tirk mewzî girtine, nişteciyekî li taxa pişt çeperan ku naxwaze navê xwe aşkere bike, ji Kurdistan24ê re dibêje, ger danûsitendinên siyasî ji bo çareseriyê destpê bikin, tu çeper û şer namîne.

Li nav bajêr, bi dehan otomobîlên zirxpoş û renc roverên ku hêzên taybetyên dewleta Tirk pê digerin, gelek zêde ne û li Şirnexê jî şerekî derûnî jî di pratika jiyanê de xwe nişan dide. Malbatên bi dehan cenazeyên ku, ji navçeyên Şirnexê, Silopî û Cizîrê anîne nexweşxaneya Cizîrê bi sedemên cuda bi dehan roj e nayên veşartin.

Li erdê mayîn û veneşartina cenazeyan jî pirsgirekeke mezin e. Malbatên wan kesên Kurd ên ku xizmên wan di şer de canê xwe jidest dane, çi yên sivîl bûne çi jî çalakvan xwestine cenazeyan li goristanên navçeyên xwe defin bikin, lê ew derfet û destûr nehatiye dayîn.

Dewleta Tirk jî destûrek derxist û bi wê destûrê ger malbat cenazeyan defin nekin, berpîrsên dewletê dê bikarin bi dilê xwe wan cenazeyan binax bikin. Ew malbat jî ji bo cenazeyên xwe ji morga nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê werbigrin hatine. Birayê Fatma Uyar ku di 3ê Çileyê de, li Silopiyê bi Sevê Demir û Pakîze Nayir re hatibû kuştin dixwaze qedexe bên rakirin û astengiyên li pêş rakirin û veşartina cenazeyan neminin.

Keça Taybet Înan ku di 18ê Kanûnê de, dîsa li Silopiyê hatibû kuştin û 7 roj cenazeyê wê li erde mabû jî daxwaz kir ku bila êdî kes bê dayîk û bav nemîne û kes êşa zarok û xizmen xwe nekşîne. Ger rêbazên danûsitendinan û çareseriyên siyasî neyên peyda kirin, diyar e ku di demeke kurt de dê li hin taxên Şirnexê jî qedexe bê ragihandin.