Korkmaz: Diyaloga herî xirab jî, ji şer û pevçûnan baştir e

Li Bakurê Kurdistanê, şer û alozî bûne sedema wêranbûna bajaran. Bi taybetî piştî ku ew zemina diyalog û danûsitandinan di navbera Rêberê PKKê Abdulah Ocalan-HDP û rayedarên hikûmet û dewleta Tirk de nema.

K24 - Diyarbekir

Li Bakurê Kurdistanê, her agahiyek li ser destpêkirina diyalogê û dawîanîna şer û pevçûnan, bi danûsitendinan lêgerîna çareseriya pirsa Kurd, di nav civakê de hêviyan peyda dike. Ji bo veguhastina birîndar û cangoriyên li navçeyên Bakurê Kurdistanê ku şer berdewam dike, hewldanên parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên ji bo hevdîtinan bi rayedarên dewletê re, bê encam dimînin û herî dawî jî, 3 parlamenter, li ber wezareta navxweyî dest bi greva birçûbûnê kiribûn.

Li Bakurê Kurdistanê, şer û alozî bûne sedema wêranbûna bajaran. Bi taybetî piştî ku ew zemina diyalog û danûsitandinan di navbera Rêberê PKKê Abdulah Ocalan-HDP û rayedarên hikûmet û dewleta Tirk de nema, careke din şer û aloziyan destpê kirin û rêyên diyalogê jî carekî din venebûn. Lê agahiya ku dê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û Leyla Zana hevdîtin bikin, di nav civakê de hêvî û kelecan peyda kir.

Hûqûqnas û Çavderê Siyasî Sebahatîn Korkmaz, li ser mijarê diyar kir ku, divê hêviyên mezin ji wê hevdîtinê neyên kirin, lê diyalogên herî xirab jî, ji şer û pevçûnan baştirin. Korkmaz bal kişand ser wê yekê ku divê Kurd li ser têkoşîna mafên xwe yên rewa biryarekê bidin û rê li ber qeyranên trajedîk yên li ser gel venekin.

Têkçûna rêyên diyalogê, di rewşên xeter ku pêdivî bi çareseriyên lezgîn heye jî rê digre û dibe egera mirina birîndaran û bi rojan li erdê mayîna termên cangoriyan. Piştî parlamenterên HDPê ji bo 29 kesên ku di 25ê Çileyê de, li Cizîra Navçeya Şirnexê birîndar bûn, hewldana veguhastina wan ji bo nexweşxaneyan kirin û bê encam ma û heta niha 6 ji wan canê xwe ji dest dane; 3 Parlamenterên HDPê Osman Baydemir, Îdrîs Balûken û Meral Daniş Beştaş jî, li ber Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê dest bi greva birçûbûnê kirin.

Hevseroka HDPê Figen Yuksekdag jî, diyar kir ku di vê rewşa han de, ew çavereyî encameke hêvîdar nakin. Lê ger rêyên diyalogê vebibin dê baş bibe: "Ev zimanê şer û tundrew ê ku tê bikaranîn, hêviyên me dişkîne, ji ber vê yekê em hêviyên bihêz ji vê hevdîtinê nikarin bikin. Lê her tim, bi her awayî em ji rêyên diyalogê re vekirî ne û wî derî qet nagirin."

Li gor agahiyên ku hatine belav kirin, Leyla Zana, 6 meh berê yanî hê di destpêka ku şer û alozyan li Bakurê Kurdistan destpêkiribûn daxwaza hevdîtina ligel Erdogan kiriye, lê bersîva wê hefteyekî berê bi erênî hatibû dayîn, lê dema hevdîtinê hê jî nediyar e.