Firokeyek Rûsî careke din sînorê Tirkiyê derbas dike

Firokeyeke Rûsî careke din sînorê Tirkiyê derbas kir, Tirkiyê jî hişyarî da Rûsyayê ku bi berpirsiyatî tevgerê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyeke Rûsî careke din sînorê Tirkiyê derbas kir, Tirkiyê jî hişyarî da Rûsyayê ku bi berpirsiyatî tevgerê bike.

Wezareta Derve ya Tirkiyê îro di daxuyaniyekê de ragehand, ku duh Firokeyeke şer ya Rûsyayê ji cûreya SU 34, sînorê Tirkiyê di demjimêr 11.46 de derbas kiriye. Herwiha Balyozê Rûsyayê vexwand Wezareta Derve û ev bûyer şermezar kir.

Wezareta Derve yê Tirkiyê dibêje, ku Rûsyay bi yekê dixwaze pirsgirêkan di navbera her du welatan de zêdetir bike. Herwiha Tirkiyê hişyarî da Rûsyayê ku bi berpirsiyatî tevgerê bike.

Pêwendiyên Rûsya û Tirkiyê gihêşt asteke herî xirab, bi taybet piştî xistina firokeya Rûsî ji aliyê Tirkiyê ve li Sûriyê di 24 Mijdara 2015an de. Moskoyê jî zincîreyek ji tedabîrên aborî û bazirganî li dijî standin.