Wezîrê Petrolê yê Iraqê: Em hewl didin hinardekirina petrolê zêde bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Petrolê yê Iraqê ragihand, ew hewl didin asta berhemanîna petrolê li welêt bilind bikin û ji bo zêdekirina pişka xwe ya hinardekirinê jî ligel Rêxistina Welatên Hinardekarên Petrolê (OPEC) di nava danûstandinan de ne.

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Basim Mihemed îro 7ê Mijdarê ji ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqê (INA) re ragihand: "Di navbera şiyana berhemanîn û şiyana hinartina petrolê de li Iraqê cudahî heye, lê belê niha welatê me pabendî wê pişka hinardekirinê ye ku ji aliyê OPECê ve hatiye diyarkirin."

Wezîrê Petrolê da zanîn, ji ber taybetmendiya Iraqê û ew qeyran û astengiyên ku di nava pênc dehsalên borî de rûbirûyî welêt bûne, danûstandin ligel OPECê berdewam in, da ku destûr bê dayîn Iraq asta hinardekirina xwe zêde bike. Her wiha got: "Mafê Iraqê ye ku asta berhemanîna wê bê bilindkirin, da ku dahata darayî ya pêwîst ji bo nûjenkirina jêrxana aborî û cîbicîkirina pilana hikûmetê were dabînkirin."

Basim Mihemed tekez kir ku tevî van daxwazan jî, Iraq heta niha bi temamî pabendî wê kotaya berhemanînê ye ku ji aliyê OPECê ve hatiye diyarkirin, ku ew jî ji bo Iraqê rojane 4.431 milyon bermîl e.

Di 19ê Cotmeha borî de, Basim Mihemed ragihandibû ku asta hinardekrina rojane ya petrolê bo zêdetirî 3.4 milyon bermîlan bilind bûye û petrola Iraqê bi rêya sê dergehan arasteyî bazarên cîhanê tê kirin, ku ev rêje li gorî meha berî wê rojane 400 hezar bermîl zêde bûbû.

Wezîrê Petrolê amaje bi wê yekê jî kir ku tevî wan alozî û metirsiyên ku li ser Tengava Hurmizê çêbûbûn, Wezareta Petrolê bi rêya şiyanên Kompaniyaya Kirrîn û Firotina Petrolê ya Iraqê (SOMO) di neh mehên borî de şiyaye navîna hinartina rojane ya 3 milyon bermîlan biparêze.

Li gorî amar û belgeyên fermî yên kompanyaya SOMOyê, Iraqê di 9 mehên destpêkê yên sala 2026an de zêdetirî 533 milyon bermîlên petrola xav hinartine bazarên cîhanî û koma dahata petrolê ya di wê heyamê de gihîştiye 37 milyar û 380 milyon dolaran.