Kurd hewl didin dengê xwe bighînin dinyayê
Di civînê de mafên jin û zarokan jî hatin gotûbêjkirin. Di vê mijarê de nûnera Başûrê Kurdistanê Seyran Selah jî ragihand ku ew girîngiyê didin mafê jin û zarokan.
Gonul Gun / K24 - Stenbol
Li Stenbolê Konferansa Bingehê Ewropî û Erebî ya Mafên Mirovan ên Yasayên Dewletî hat sazkirin. Di konferansê de, nûnerên dewletên Britanya, Kurdistan, Filîstin û gelek kes beşdar bûn. Armanca konferansê ew e ku pirsgirêkên mafên mirovan bi awayê raporê bişîne beşa Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî.
Konferansa Bingehê Ewropî û Erebî ya Mafê Mirovan her car li cihêkî tê li saz kirin. Konferansa 11’emîn li Stenbolê birêve çû. Hat ragihandin ku, armanca van konferansan li ser pirsgîrêkên mafên mirovan ên li ser dinyayê bi taybetî jî yên Rojhilata Navîn rapor bike û van raporan bîgihîne beşa mafê mirovan ên Neteweyên Yekbûyî.
Serokê Bingeha Ewropî û Erebî Dr. Hemdî Berwarî ku ji Başûrê Kurdistanê beşdar bûye dibêje ew hewl didin ku pirsgirêkên mafên mirovan werin çareserkirin.
Berwarî got: “Armanca Bingeha Ewropî û Erebî ya Mafê Mirovan ew e ku em xebatê bikin û rewşê baştir bikin. Mafê mirovan were parastin, ne li cihekî taybet, gelek cih û deveran ev yek pêk were.”
Di civînê de bi taybetî mijarên mafên jin û zarokan jî hatin gotûbêjkirin. Di vê mijarê de nûnera Başûrê Kurdistanê Seyran Selah jî ragihand ku ew girîngiyê didin mafê jin û zarokan.
Seyran Selah wiha axifî: “Li Kurdistanê ev du sal e şer heye. Bi taybetî keçikên Êzdî birîndar in. Me gelek rapor amade kirin bo dewletên Ewropî û yên din daku birînên jinên Kurd ên Êzdi û zarokên ku li Kurdistanê penaber bûne werin çareserkirin.”
Ev bingeh di sala 2006an de, hate avakirin. Li hinek dewletên wek Kurdistan, Iraq û Lubnanê herwiha li hinek dewletên Ewropî, bingeh hatine amadekirin.


