Li Îmaratê wezaretên “Dilxweşî” û “Lêborînê” hatin damezrandin
Wezîrek nû jî hat damezrandin ku temenê wê 22 sal in.
K24- Navena Nûçeyan
Li Îmarata Erebî 2 wezaretên nû hatin damezrandin, ku heta niha hevêşweyên wan li tu hikûmetên cîhanê peyda nebûye.
Serokwezîrê Îmaratê, Mihemed Bin Raşêd Al Mektûm îro, damezrandina wezaretên “Dilxweşî û Lêborînê” ragihand.
Li gor ku Mihemed Al Mektûm li set Twitterê belav kiriye, dê erka Wezareta Dilxweşiyê “peyda kirina xêr û rezamendiyê be di nav civakê de.”
Wezareta Lêborînê jî dê kar li ser “bicih kirina lêborînê wek bingehek sereke di civaka Îmaratî de be.”
Mihemed Al Mektûm niha kar li ser avakirina hikûmetê ji xortan dike, wezîreke nû jî damezrandiye ku temenê wê 22 sal in.