“Peymana Penaberan, bazara pereyan e”

Serokên partiyên siyasî li Parlamentoya Tirkiyê derbarê kêşeya penaberan de, nerînên xwe anîn ziman. Hikûmeta AKPê bi biryar e ku kêşaya penaberan bi Elmanyayê re çareser bike.

K24 – Enqere

Serokên partiyên siyasî li Parlamentoya Tirkiyê derbarê kêşeya penaberan de, nerînên xwe anîn ziman. Hikûmeta AKPê bi biryar e ku kêşaya penaberan bi Elmanyayê re çareser bike. Lê belê opozîsyon vê yekê wekî bazareke qirêj dibîne.

Ji ber şer û pevçûnên li Sûriyê, 70 hezar kes ji Helebê ber bi Tirkiyê ve tên. Tirkiye niha amadehiya wê yekê dike ku wan qebûl bike. Li aliyê din, nêzîkê 3 mîlyon penaberên din li Tirkiyê ne ku derbasî Ewropayê bibin.

Ji ber vê yekê Yekîtiya Ewropayê tedbîran werdigire ku wan derbasî nava sînorê xwe neke. Herwiha di vê çarçoveyê de di navbera Tirkiye û Elmanyayê de peymaneke ji 10 xalan pêk tê hate mohrkirin.

Derbarê mijarê de Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu got: “Hemû dewlet, hemû rewşenbîr, hemû nivîskar, di parzûnê mirovahiyê de derbas dibin. Ev hevkariya me ya bi Elmanyayê re divê bo hemû welatan bibe mînakek”

Li parlamentoyê derbarê lêçûnên bo penaberan de îdiayên balkêş derketin pêş. Hat destnîşan kirin ku ne diyar e Tirkiyê bo penaberan 10 mîlyar dolar serfkiriye û ev yek di bûdçeyê de jî nehatiye diyar kirin. Derbarê kêşeya penaberan de, hem hikûmeta AKPê û hem jî Ewropa bû cihê rexneyên giran ku her du alî li ser kêşaya penaberan bazareke qirêş dikin.

Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş jî li ser mijarê nerînên xwe wiha anîn ziman: “Niha jî vê bazara qirêj bi Yekîtiya Ewropayê re dikin. Yekîtiya Ewropayê, ji bo ku penaber li Tirkiyê bimînin bazara pereyan dike û herwiha di çarçoveya vê bazarê de, çavê xwe ji binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyê digire.”

Ji aliyê din ve, di warê civakî, siyasî, çandî û aborî de, behsa penaberan hat kirin û Merkel bi wê yekê hate sûcdarkirin ku dixwaze Tirkiyê bi penaberan tije bike.

Derbarê vê yekê de Hevserokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli jî got: “Hikûmeta AKPê mecbur e ku tedbîrên xwe werbigire û gava vê yekê bike jî divê ne bi çavê paytextên biyanî, lê li gorî polîtîkayên neteweyî û bi vizyona paytexta Enqerê tevbigere.”

Herwiha CHP jî her polîtîkayên hikûmetê yên derheqa penaberan de rexne dike û di wê fikrê de ye ku Merkel daxwaza wê yekê li Tirkiyê dike ku berî penaber bigihin Ewropayê, Tirkiye wan li xwe bigire.