Li Tirkiyê pirsa penaberan her diçe mezin dibe

Partiyên opozîsyonê yên Tirkiyê danûstandinên li ser pirsa penaberan wek “Bazirganiyeke Qirêj” binav dikin û mijar bûye cîhê nîqaşan.

K24 - Enqere

Piştî serdana Angela Merkel a bo Tirkiyê pirsa penaberan ket rojeva siyasetmedarên Tirkiyê. Partiyên opozîsyonê danûstandinên li ser pirsa penaberan wek “Bazirganiyeke Qirêj” binav dikin û mijar bûye cîhê nîqaşan.

Ji Adara 2011ê heta niha ji Suriyê reva welatiyan berdewam e. Welatiyên ku ji Sûriyê direvin li welatên cîran belav dibin. Ji bo derbasbûna Ewropayê jî Tirkiye bo penaberan wekî pirekê tê bikaranîn. Di nav avûhewaya qeyrana penaberan de Merkel hat Tirkiyê û li ser pirsa penaberan digel Davutoglu civiya. Danûstandinên di navbera her dû dewletan de bûn sedema nerazîbûna partiyên opozîsyonê.

Piştî daxuyaniyên Cîgirê Serokê Koma MHPê û Berdevka CHPê nerazîbûn jî ji aliyê hevserokê HDPê ve jî hat. Demîrtaş; AK Partî, Emerîka û dewletên Ewropayê bi bazirganiya mafên mirovan sûcdar kirin.

Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş got: “Ew mafên mirovahiyê ku bi sed zehmetan hatine bidestxistin, niha bûne mijara bazirganiya xanim û beg an. Li vir wê Kurdan bikûjin û Ewropa wê bêdeng bimîne ku Tirkiye penaberan navêje pêş. Ji ber ku bazirganî wiha ye. Divê ev bêexlaqî bi dawî bibe.”

Ligor lêkolînên “International Middle East Peace Research Center” (IMPR) li Tirkiyê hejmara penaberan gehiştiye 3 milyonan û Ewropa li xwedî derkentina penaberan jî bê dil tevdigere. Ji ber metirsiyên mezin yên di nava Ewropayê de, vê hewla dawîn ya Ewropayê jî, nakokiya ji aliyê prensîban ve derxistiye holê.

Derbarê mijarê de Serokê IMPRê Veysel Ayhan jî nerînên xwe wiha anîn ziman: “Ya dûyemîn, sîstema wê ya îktîsadî wê bê guherandin. 3, em dibînin ku sîstema siyasî tê guherandin, tê xuyakirin ku di warê siyasî de Ewropa diguhere. Ev metirsî jî ew e ku belkî partiyên faşîst bêne serî, eger ev yek pêk were wê mîlîtarizm di Ewpoayê de rû bide û dê li deverên din jî şer destpêbike”

Pirsa Penaberên Sûriyê li Tirkiyê roj bi roj mezin dibe. Partiyên opozîsyonê hikûmetê bi “Bikaranîna pirsa penaberan” sûcdar dikin. Ji hêla din ve Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî, bi zimanekî tûnd Neteweyên Yekbûyî û Emerîka bi dirûtiyê tawanbar kirin û got ku, Tirkiye piştî qonaxa sebrê wê ya pêwist bike. Hejmara penaberan her diçe zêde dibe. Ji ber vê yekê jî di nav raya giştî de nerazîbûn zêde dibin. Tirkiye di nav aloziya penaberan de ber bi ku ve diçe hê nediyar e.?