Li Mekkeyê destdirêjî li jineke 70 salî hat kirin
Kesê ku ew kar kiriye, 30 salî ye.
K24- Navenda Nûçeyan
Li Mekkeya Erebistana Siûdiyê, destdirêjî li ser jinek 70 salî hat kirin.
Li gor agahiyên ku polîsên Mekkeyê belav kirine, li navçeyek wî bajarî xortekî 30 salî destdirêjî li ser jineke 70 salî kiriye û bi tundî jî ligel danûstan kiriye.
Jina 70 salî ji welatên Efrîqayê ye, piştî ku wî kesê 30 salî destdirêjî lê kiriye, reviyaye, lê piştire polîsan kariye wî bigrin.
Niha jî ew kesê 30 salî radestî dadgehê hatiye kirin, ji bo ku were darizandin.