Îmarat: Daiş û Heşda Şeibî wek hevin.
Wezîrî Derveyê Îmaratê ragehand: Cûdahî nine di navbera Daiş û Mîlîşîyayê Heşda Şeibî, Hêza Bedir, Ebûfezil Ebas û giropên din yên Îran piştîvanîya wan dike.
K24- Hewlêr:
Wezîrî Derveyê Îmaratê ragehand: Cûdahî nine di navbera Daiş û Mîlîşîyayê Heşda Şeibî, Hêza Bedir, Ebûfezil Ebas û giropên din yên Îran piştîvanîya wan dike.
Wzîrê derveyê Îmaratê, Şêx Ebdûlla Bin Zayîd di kongireyeka rojnamevanî de li gel hevtayê xwe yê Rûsîyayê Sêrgî Lavrov ragehand: Nabe hewla ji navbirina tîrorê bidin heya ji wan jêderan negerin kû egerin bo duristbûna Tîrorê.
Wezîrê derveya Îmaratê got jî,: Nabe cudahî bihê kirin di navbera Daişê û Nûsre ji alîyekê, li gel wan girûpên Îran piştîvanîya wan dike li Îrqaê û Sûrîyayê.
Bin Zayîd amje bi wê yekê jî kir ku eger me bivêt Daiş û Nûsre bi temamî ji nav bibin, nabe wê ji berçavan negrîn ku yekeyên Ebûfezil Ebas, hêza Bedir, Heşda Şeibî û Hizbullah li dijî gelên Îraq û Sûryayê encam didin.
Ji alîyê xwe ve nivîsîngeha rojanamevanîya serok wezîrên Îraqê Heyder Ebadî ev axivtinên wezîrê Derveyê Îmaratê şermezar kir.
Di ragehandinekê de nivîsîngeha rojnamevanîya Heyder Ebadî amaje bi wê yekê kir ku Heşda Şeibî desteyeka ser bi Serokatîya Civata Wezîrane û pişkeke ji sîstema berevanîya Îraqê û axivtinên wezîrê derveyê Îmaratê red kir.