Fermandarekî Hizbulaha Lubnanê li Sûriyê hat kuştin

Hizbulaha Lubnanê di şerê li Sûriyê de piştevaniya rejîma Sûriyê dike û ligel Artêşa wî welatî jî şerê opozîsyonê dike.

K24-Navenda Nûçeyan

Hizbulaha Lunanê ragehand ku, fermandarê wan ê Giştî ya Hêza taybet li Sûriyê Elî Feyad li bakurê Helebê hate kuştin.

Derbarê kuştina wî fermandarê hêza Taybet a Hizbulaha Lubnanê kenala fermî ya wê Hizbê El-Menar liser malpera kenala xwe daxuyaniyek belav kir, tê de wiha hatibû gotin: "Îro berxwedana Islamî termên çend qeremanên me ji navçeya Tihemam veguhêzin, di nav wan terman de jî termê rêber Elî Feyda bû."

Di daxuyaniyê da zanîn ku, fermandarê hêza Hizbula Lubnanê binavê "Hac Ela" dihate naskirin û di veguheztina termê wî de şereke giran derket, tê de Artêşa Sûriyê û çekdarên berxwedaniyê beşdar bûbûn.

Hizbulaha Lubnanê di şerê li Sûriyê de piştevaniya rejîma Sûriyê dike û ligel Artêşa wî welatî jî şerê opozîsyonê dike.