Balyûzê Seûdîye li Bexdayê red dike ku li ser Heşda Şeibî daxwaza lêborînê kiribe.
Blyûzê Şanişîna Erebîya Seûdîye li Bexdayê ragehand ku wî li ser axivtinên xwe di bareya Heşda Şeibî daxwaza lêborînê kiribe.
K24-Hewlêr:
Blyûzê Şanişîna Erebîya Seûdîye li Bexdayê ragehand ku wî li ser axivtinên xwe di bareya Heşda Şeibî daxwaza lêborînê kiribe.
Samir Elsebhan balîyûzê Şanişîna Erebîya Seûdîye li Îraqê , evro di nivîsîneka xwe de ku li tora civakîya Feysbûkê belavkirîye: Helwêsta min li ser Heşda Şeibî nehatîye guhertin û min qet daxwaza lêbûrînê ji hikumeta Bexdayê nekirîye li ser axivtinên xwe di bareya Heşda Şeibî de.
Herwe blyûzê Seûdîye dibêje: Kurd û Erebên Sûnne çûna Heşda Şeibî bo deverên xwe red dikin, ev jî bi wê watayê digehîne ku hêzên mîlîşîya li ba Îraqîyan ve nahên qibûlkirin.
Sebhan berî bibe balyûzê Seûdîye li Bexdayê ti postên dîplomasî newergirtibûn, lê çalakîyên serbazî li derveyê welatê xwe encamdaye û xwedîyê mîdalîyayê azayêye di azadkirina Kiwêtê de.