Welatên Kendavê Hizbullah wek rêkxistîyeka teroristî danasîn.
Welatên Civata Alîkarîyên kendavê biryar dan Hizullaha Lubnanî wek rêkxistîyeka terorist bidin nasîn.
K24- Hewlêr:
Welatên Civata Alîkarîyên kendavê biryar dan Hizullaha Lubnanî wek rêkxistîyeka terorist bidin nasîn.
Li gor ajansa Royterz Civata Alîkarîyên Kendavê, di pêgeha xwe ya fermî de li ser internêtê ragehandinek belavkirîye, di ragehandinê de hatîye: Welatên Kendavê biryardan rêkxistîya Hizbullaha Lubnanî bi hemû serkirde û rêkxistin û balên wê ve wek terorist bihê nasîn.
Emîndarê giştîyê Hiazbullah a Lubnanî Hesen Nesrûllah, Sêşembîya bûrî gotibû: Seûdîyeyê Lubnan xist di nav milmlanêyeka din de ji wê dema ku biryarday harîkarîyên xwe bo leşkerê Lubnanê birawestîne. Lê tekez kiribû ku welat ne li ser lêvarê şerrê hindûrîye.
Herweha Nesrûllah got: Seûdîyeyê divê fitneyê di navbera Sûnne û Şîeyan çê bike di Rojhilata Navîn de û tuhemtbar jî kir bi encamdana hêrişan b otomobîlên bomrêjkirî li Lubnan.
Di wê daxuyannameya belavkirî li ser pêgeha Civatê, emîndarê giştîyê Civatê Ebdulletîf Bin Raşid Elzeyanî got: Welatên Civatê ev biryar dane li hember berdewamîya karên dijminaneyên ku endamên ewê milîşyayê encam didin bo rakêşana xortên welatên Kendvê bo nav karên teroristî û qaçaxkirinê bei çekan û teqemenîyan û arhandina fitneyan û tundûtijîyê ku pêşêlkirina serwerîya wlatên kendavê û asayîş û akincîya wane.
Herweha di daxuyannameyê de hatîye: Welatên endam di Civatê de ew karên hizbullah ku li welatên Civatê encamp dide herweha ew karên teroristî û azrandinê ku encamd dide li Surya û Îraqê li gel beha û pirensîpên sinc û mirovanîyê û yasayên nêvdewletî nagunce û gefe li asayîşa neteweyîya Erebî.